20 Îlon 2015•Rojanekirin: 20 Îlon 2015
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan got ku "Di hilbijartinên hezîranê de li ser lîsteyan hin nîqaş hebûn. Navenda me ya Giştî ya ku ev peyam ji girt xebateke gelekî hesas û tîtîz kir, em bi awayekî ku dikarin rexneyên lîsteyan li pêy xwe bihêlin, ji bo hilbijartinê amade ne."
Li Serokatiya Bajêr a Enqereyê ya AK Partiyê bi namzedên Parlementeriyê yên Enqereyê yên Heyama 26emîn ji bo hilbijartina ku dê di 1ê sermawezê de bê kirin civîna ewil hat kirin. Digel Arîkarên Serokwezîr Akdogan û Tugrul Turkeş, Serokê TBMMyê yê berê Cemîl Çîçek, Mucahît Arslan, Tulay Selamoglu, Ahmet Gundogdu ên namzedên herêmên din jî beşdarî civînê bûn.
Akdogan qal kir ku lîsteyên namzedên parlementeriyê duh hatin eşkerekirin û xwest ku ev yek ji bo hemû partiyan bi xêr be û got ku wek AK Partî bi lîsteyeke gelekî xweşik derdikevin hemberî gel.
Akdogan got ku "Lîsteyeke xweş a AK Partiyê ya ku rihê 2002yan dibêjinê, ango gelek hevalên me yên bitecrûbe yên ku kekên me yên ku nirx û prensîbên me yên avaker temsîl dikin, hevalên me yên ciwan jî di nav de hene her aliyê civakê tê temsîlkirin heye."
Akdogan bal kişand wisa bawer dikin ku AK Partî bi vê lîsteyê dikare ku tenê serê xwe bibe îqtidar û wiha axivî:
"Di hilbijartina borî de ango di hilbijartinên hezîranê de, ji ser lîsteyan hin nîqaş hebûn. Navenda me ya Giştî ya ku ev peyam ji girt xebateke gelekî hesas û tîtîz kir, em bi awayekî ku dikarin rexneyên lîsteyan li pêy xwe bihêlin, ji bo hilbijartinê amade ne. Hin hevalên me ji ber ku cî nema nekarîn di lîsteyê de cî bigirin. Divê ev jî nekevin nav fikreke xelet. Wekî 'gelo em ji ber bêhêvîtiyeke şexsî neketin lîsteyê?' Ew hevalên me hemû vir, ferdekê camîeya AK Partiyê ne. Di ji niha pê ve jî di qademeyên cuda yên AK Partiyê de peywir bigirin. Divê vir bu tu awayî nekevin nav fikreke xelet. Em dê hemû bi hev re kampanyaya hilbijartinê bikin."
Arîkarê Serokwezîr Tugrul Turkeş jî du axaftina xwe de got ku li Tirkiyeyê demek kurt beriya niha hilbijartin çêbûn, digel vê yekê partiyên din di mijara ji bo pirsgirêkên welêt berpirsyarî girtinê de zehf bixîret nînin.
Turkeş diyar kir ku ji ber vê yekê hilbijartineke nû tê kirin û wiha axivî: "Di vê wateyê de jî madem partiyên din ên siyasî, ji bo hikûmetê bi daxwaz nînin û hewl nadin, ew çax jî em vir wek endamên AK Partiyê ji bo ku AK Partiyê tenê serê xwe bikin îqtidar amadehiya hilbijartinên 1ê sermawezê dikin."
-Cemîl Çîçek: "Bêîstiqrarî gelek zirar dide Tirkiyeyê"
Serokê TBMMyê yê Berê Çîçek xwest ku hilbijartinên 1ê sermawezê ji bo her kesê bi xêr be. Çîçek bi bîr xist piştî ku Tirkiye derbasî heyama pirpartiyiyê bû pê ve cara 18emîn hilbijartin tê kirin û got ku ev reqam nîşan dide ku li welêt demokrasî rûniştiye, rêxistin bûye û gel jî gelekî girîngiyê dide vê.
Çîçek da zanîn ku wekî mensûbekî partiyekî ku di civakê de cî girtiye, li Tirkiyeyê guherînên gelekî girîng kiriye, amadehiya hilbijartinên 1ê sermawezê dikin û hewl didin ku xizmetê gel bikin.
Çîçek destnîşan kir ku ev hilbijartin hilbijartina herî girîng e û wiha axivî: "Mixabin divê Tirkiye wext winda neke. Bêîstiqrarî gelekî zirarê dide Tirkiyeyê. Ji sala 61ê heta niha 54 sal derbas bûn, di van salan de 28 koalîsyon 26 jî tenê serê xwe îqtidar çêbûn. Dema em li paş vedigerin û lê dinêrin, heke hûn bibêjin ku 'Tirkiye çawa hat vê astê?' piranî di heyamên ku partiyek tenê di îqtidarê de bû hat, di 13 salên vê de jî mohra AK Partiyê heye."
Çîçek destnîşan kir ku wekî navnîşana îstiqrara siyasî AK Partî xuya dike û nirxandina "Di rastiyê de yên ku dixwazin vê binirxînin li bernameyên nîqaşê yên di televîzyonan de yên 10-15 roja binêrin. Tekana partiya ku tê axaftin AK Partî ye. Nexwe AK Partî birastî jî bi dahatûya Tirkiyeyê re bûye yek. Dahatûya AK Partiyê qismek bi dahatûya AK Partiyê re têkildar e. Ji ber wê jî me di bin banê partiyeke girîng de berpirsyarî girtin, em digirin û em ê bigirin jî."