Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Suriştî Taner Yildiz der heqê di hikûmetê de cîgirtina HDPyê de wiha got, "Di hilbijartinên 7ê hezîranê de HDP bi rêjeyeke dengan ve hatiye û bi hilbijartineke demokratîk ve hatiye. Ev bixwazin jî û em nexwazin jî, her ku çi dibe bira bibe ew bi hilbijartina demokratîk va hatine û ji ber erka destûrê ev peywir divê radestî wan were kirin."
Yildiz li dû merasîma vekirina Santrala Hîdroelektrîkê ya Kargiyê bersiv da pirsên rojnamegeran.
Li ser pirsa cîgirtina HDPyê ya di hikûmeta hilbijartinê ya pêşxwet de Yildiz destnîşan kir ku ji bo partiyên siyasî yên di Meclisê de teklîfata cîgirtina hikûmeta hilbijartinê ne tercihek e, belê mecbûriyeke destûrî ye.
Yildiz wiha xeberda, "Di hilbijartinên 7ê hezîranê de HDP bi rêjeyeke dengan ve hatiye û bi hilbijartineke demokratîk ve hatiye. Ev bixwazin jî û em nexwazin jî, her ku çi dibe bira bibe ew bi hilbijartina demokratîk ve hatine û ji ber erka destûrê ev peywir divê radestî wan were kirin."
Wezîr Yildiz diyar kir divê bê zanîn ku ev mecbûriyetek e ku Destûr li ser me ferz dike û wiha pê de çû, "Heger ev tercihek nebe jî ev mecbûriyetek e. Heger hûn bêjin, ma hûn çima teklîfê didin parlementeran û nasnameyên siyasî, bersêva vî pir zelal e. Ew jî mecbûriyteke destûrî ye. Ji ber vê çendê rîayeta qanûn û zagonan wezîfeya me hemûyan e. HDP jî encameke vî ye."