26 Tebax 2015•Rojanekirin: 30 Tebax 2015
ANKARA
Serokomar Erdogan wiha got: "Ez nakevim vê hilbijartinê, partiyên siyasî wê bikevin hilbijartinê. Di hilbijartinê da jixwe îradeya milî wê derkeve holê. Înşela encameke wisa wê derkeve holê ku firsendê nekeve destê wan û ev welat wê careke din bigêhîje îstiqrara xwe, cardin bêîstiqrariyek çênebe."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê bi mixtaran ra hat bal hev.
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da bal kişan ser hilbijartinê û wiha got: "Ez nakevim vê hilbijartinê, partiyên siyasî wê bikevin hilbijartinê. Di hilbijartinê da jixwe îradeya milî wê derkeve holê. Înşela encameke wisa wê derkeve holê ku firsendê nekeve destê wan û ev welat wê careke din bigêhîje îstiqrara xwe, cardin bêîstiqrariyek çênebe."
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da destnîşan kir ku yên naxwazin Tirkiye bihêz bibe hene û wiha xeberda: "Di vê heyamê da yên ku naxwazin Tirkiye bihêz bibe derketin. Li nav welêt jî li derveyî welêt jî derketin. Hê jî kesên wiha hene. Yên ku dixwazin vê cihêtiyê bikin nav Tirkiyeyê hene. Ji bo vê ji dil û can dixebitin. Ji bo ku firsendê nedin vê di 1ê sermawezê da wê hilbijartina îstiqrar û bêîstiqrariyê were kirin. Wê hilbijartin were kirin."
- "Qey ez nahêlim hikûmet were avakirin?"
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da diyar kir ku ji bo tezekirina hilbijartinê ez têm sûcdarkirin û wiha got: "Ez cardin dubare dikim û dibêjim, ma qey di Meclisê da hikûmet hatiye avakirin û ez asteng dikim? Jixwe raye û destûreke min a wiha tuneye û derfeteke min a wiha tuneye. Qey ez nahêlim hikûmet were avakirin? Yên ku bi destûra gel nikarin derfet û îmkanan bi dest bixin, bi qurnaziyê dixwazin bi dest bixin. Bila kes li qisûrê nenihêre, ez destûrê nadim vê."
- "Ez hewldanên ku çalakiyên terorê mesûm nîşan didin şermezar dikim"
Serokomar Erdogan bal kişand ser bûyerên terorê û wiha xeberda: "Yên ku miameleya kulîlk û zarokan li terorîstan dikin, yên ku miameleya komeleya hobiyê li rêxistina terorê dikin, di çavê me û gelê me da mesûm nînin. Dema neynûka welatiyên wan xwînî dibe medyayên biyanî qiyametê radikin, lê bûyerên terorê yên li Tirkiyeyê wekî bûyerên mesûm nîşan didin. Ez dixwazim di hizûra we da cardin neletê li wan bînim û şermezar dikim."