ANKARA
Bernameya cejna Remezanê ya Serokamar Abdullah Gul, namzedên Serokomariyê, Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, Ekmeleddîn Îhsanoglû, Selahattîn Demirtaş, Serokê Giştî yê Partiya CHPê Kemal Kiliçdaroglû û Serokê Partiya MHPê Dewlet Bahçelî diyar bû.
Wisa tê texmînkirin ku Serokomar Gul di roja ewil a îdê de li Enqereyê, Serokwezîr Erdogan jî dê li Stenbolê be.
Serokê Giştî yê CHPê Kiliçdaroglû û Serokê Giştî yê MHPê Bahçelî jî roja ewil a îdê dê li Enqereyê bin.
Namzedê Serokomariyê Îhsanoglû roja erefeyê û roja ewil a cejnê dê li Stenbolê be.
Hevserokê Giştî yê HDPê û namzedê Serokomariyê Demîrtaş jî roja ewil a cejnê dê biçe Ûlûdereya (Qileban) navçeya Şirnakê. Demîrtaş di roja duyemîn de dê diçe Wan û Hekariyê û paşê jî dê derbasî Stenbolê bibe.
Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdag jî di roja yekê îdê de dê li Somaya ku bobelata kana komirê lê qewimîbû be.