ÎSTANBÛL
Ji aliyê Komelaya Piştgirîdayîna Namzedên Jin (ka.der) ve li Dedeman Otêlê çalakiya "Rêxistinên Jinan bi Namzedên Serokomariyê re Tên Bal Hev" hat lidarxistin. Namzedê Serokomariyê û Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş beşdarî çalakiyê bû û wir axivî.
Demîrtaş diyar kir ku kêmasiya herî mezin a pêvajoya hilbijartina serokomariyê tunebûna namzedeke jin e û wiha axivî: "Mixabin ku me nekarî di pêvajoya hilbijartina serokomariyê ya ku dê yekem car gel hilbijêre de namzedeke jin derxînin."
Demîrtaş der barê namzediya xwe de jî axivî û got ku ez welatiyê Komara Tirkiyeyê me, ev welat welatê hevpar ê her kesê ye û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ez jî dikarim vê welatê bi rê ve bibim. Dema ji neteweya tirkan kesek birêvebiriya me hemûyan dike tu pirsgirêk dernakeve, 20 milyon kurt îtirazê vê yekê nakin, an jî ermenî, suryanî, êzidî çima îtirazê vê yekê nakin lê dema kurdek dibêje ku ez dikarim bibim birêvebirê me hemûyan çima ev dibe pirsgirêk. Mijar ev nîne. Yê ku Komara Tirkiyeyê damezrand Ataturk e. Tu kes di vê mijarê de nîqaşan nake, ew serokê damezrîner e."