Abdullah Tel
07 Tebax 2018•Rojanekirin: 07 Tebax 2018
ANKARA
Di daxuyaniya ku Balyozxaneya Enqereyê ya Amerîkayê weşand da hat gotin ku digel rageşiyan Amerîka û Tirkiye dostên saxlem in.
Balyozxaneyê îdiaya rayedarekî Amerîkayî ku gotibû wê dolarek bibe 7 lire derewand û di daxuyaniyê da wiha got: "Digel rageşiyê Amerîka dostaniya xwe ya saxlem û mutefîqiya xwe ya ji bo Tirkiyeyê didomîne."
Balyozxaneyê ji ser hesabê xwe yê Twîtterê daxunî da û ragihand ku Tirkiye û Amerîka dostanî û mutefîqiya xwe didomînin.
Di daxuyaniya balyozxaneyê da wiha hat gotin: "Digel rageşiyê Amerîka dostaniya xwe ya saxlem û mutefîqiya xwe ya bi Tirkiyeyê ra didomîne. Welatên me ji hêla aboriyê va di nav têkiliyên baş da ne. Ji ber vê jî ew îdiaya ku dibêjin rayedarekî Amerîkayî gotiye wê dolarekî Amerîkayê bibe 7 lireyê Tirkiyeyê û di medyaya Tirkiyeyê da belav bû îdiayeke bêbingeh e. Ev dereweke bêbingeh e û ji ber xwe hatiye avêtin."