09 Tebax 2016•Rojanekirin: 09 Tebax 2016
ST.PETERSBURG
Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimir Putin, piştî hevdîtina dualî ya li Qesra Knonstantinovskî û xwarina nêvbera heyetan da civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.
Pûtînê Serokê Rûsyayê der heqê hevdîtina xwe ya bi Serokomar Erdogan re got ku "Me hevdîtineke berbiaçav û erênî kir. Em li ser têkiliyên dualî û pirgirêkên herêmî û navneteweyî sekinîn."
Pûtîn got ku "Em ê sînordarkirinên ser Tirkiyeyê bi qedeme rakin. Em ê mekanîzmayên hevkariyê vejînin. Civîna KEKê payîzê ye, lûtkeya UDÎKê jî dê sala pêşiya me bê lidarxistin."
Pûtînê herwiha got "Ev hevdîtin ji bo dahatûya têkiliyên her du welêtan gelekî giring e. Me der heqê temamiya têkiliyên Tirkiye-Rûsyayê hevdîtineke erênî kir. Giringiya me ew e ku em vegerin serdema beriya qeyranê. Ev armancake gelekî giring e."Serokomar Erdogan der heqê hevdîtina xwe ya bi Pûtînê Serokê Rûsyayê re got ku "Em ê înşeallah pê re pê re bi hev re di mijarên wekî ji nû ve xurtkirina konseya hevkariya di asta bilind de, ji nû ve tetbîqkirina seferên charterê, berhemên çandiniyê jî di nav de rakirina tevdîrên ku bazirganiyên du alî sînordar dike, berîvekirina fealiyetên muteşebîsên tirk ên li Rûsyayê, bi awayekî tam teşekul ji nû ve tetbîqkirina rejima bêvîze de pêngavan biavêjin."
Pûtînê Serokê Rûsyayê got, "Melûm e ku der heqê çareserkirina qeyrana Sûriyeyê de nêrînên me weke hev nîn in. Me li hev kir ku bi beşdariya Wezaretên Karên Derve û yekîneyên îstixbaratê em ji qeyranê re çareseriyekê bibînin. Çareseriyên demokratîk tenê bi rêyên demokratîk çêdibin. Di mijara çareserkirina qeyrana Sûriyeyê de armanca me yek e. Em ê hewl bidin ku ji bo vê nêrîna hevpar çareseriyek bibînin."
Pûtînê Serokê Rûsyayê: "Em dixwazin ku têkiliyên Tirkiye-Rûsyayê tam bên înşakirin û em ê vê bikin. Me biryar da ku em di asta hikûmetê de bernameya hevkariya bazirganî, aborî, çandî û pîşesaziyê ya ku dê salên 2016-2019an di xwe de bihewîne amade bikin. Ez hêvî dikim ku ev bername bi lez bê tesdîqkirin û bê qebûlkirin."
Pûtînê Serokê Rûsyayê diyar kir ku pêdivê mijara sînordarkirina vîzeyê bê çareserkirin û got ku "Rengvedanên aborî yên vê mijarê hene. Hevkarên me yên tirk de bala me kişandin ser van mijaran. Em ê li ser vê bisekinin."
Pûtînê Serokê Rûsyayê diyar kir ku di Projeya Herikînê ya Tirkî de ji bo ku qisma ku hewcedariyên Tirkiyeyê bê pêkanîn tu gumanên wan tune û got ku divê ji bo beşa projeyê ya ku dê gazê bişîne Ewropayê bi rayedarên Ewropayî re hevdîtin bê kirin.
Serokomar Erdogan: "(Têkiliyên Tirkiye-Rûsyayê) Her du alî gelekî biryardar û xwedî vîna hewcedar e ku têkiliyên me dîsa bigihêjin asta berê û heta bigihêje asteke ji wê jî wêdetir. Qeneata min ew e ku hêviya raya giştî ya her du welatan jî ji me ev e. Bi vê îtibarê di encama hevdîtinên ku me îro kirin de di qadên siyasî, îqtisadî, çandî û beşerî de me biryarên ku dê têkiliyên Tirkiye-Rûsyayê dê dîsa bigihînin astên divê ku bibin sitandin."
Serokomar Erdogan: "Em ê bi taybetî statuya veberhênana stratejîk bidin Santrala Nukleer a Akkuyuyê, em di vî warî de pêngavan diavêjin. Me li hev kir ku em Fona Veberhênanê ya Hevpar a Tirkiye-Rûsyayê ava bikin. Em ê di qada pîşesaziya berevaniyê de hevkariya xwe zêde bikin. Di mijara ku li ser mijarên herêmî bisekinin de em erênî dibînin ku mekanîzmaya lûtkeya sêyemîn a Tirkiye-Rûsya-Azerbaycanê bê avakirin. Digel van em ê lezê bidin projeyên xwe yên hevkariya mezin ên wekî Santrala Akkuyuyê û mesafeya ku em ê vir bi dest bixin gelekî giring e. Înşeallah em ê bi saya van pêngavan xeta Enqere-Moskovayê car din bikin xeteke dostanî û ewlehiyê."
Serokomar Erdogan diyar kir ku qebareya bazirganiyê ya Tirkiye û Rûsya gihişt 35 milyar dolarî lê belê ev bi geşedanên dawîn daket heta 27-28 milyar dolarî û got ku "Armanca me wekî ku bê bîra we armanceke bi qasî 100 milyar dolarî ye, Tirkiye-Rûsyayê ev qebareya bazirganiyê ji xwe re diyar kiribû. Em biezm in ku bi biryardarî ber bi armanceke wiha ve pêş bikevin. Em êdî îro ji nû ve vê pêvajoyê didin destpêkirin û em ê bi heman biryardariyê vê pêvajoyê berdewam bikin."