ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu: "Pergala li Tirkiyeyê pergala parlementeriyê nîne, mixabin pergaleke ku dişibe pergala parlementeriyê ye. Divê derbasî pergala serokatiyê bibin. Wê ev di beyannameya hilbijartinê da cî bigire, min bi destê xwe nivîsand."
Serokwezîr Davutoglu di televizyona Haberturkê da beşdarî bernameya bi navê Gundem Siyasetê bû û pirsên der heqê rojevê da bersivand.
- "Divê ev pergal biguhere"
Davutoglu li ser pirsa "Tê gotin ku Serokomar pergala serokatiyê dixwaze, lê Serokwezîr naxwaze?" destnîşan kir ku divê ev pergal biguhere û wiha got: "Di navbera min û Serokomarê me da mesele tuneye. Dostaniya me kevn û zexm e. Ji bo kêmasiyên pergalê bên çareserkirin, destûreke bingehîn a nû û pergaleke nû ya siyasî lazim e. Pergala li Tirkiyeyê pergala parlementeriyê nîne, mixabin pergaleke ku dişibe pergala parlementeriyê ye. Divê derbasî pergala serokatiyê bibin. Wê ev di beyannameya hilbijartinê da cî bigire, min bi destê xwe nivîsand. Em ê li qadên hilbijartinê qala destûreke bingêhin a nû, mafên mirovan bikin. Em ê bibêjin tu meqam tuneye ku hesab nade gel û em meqameke wiha çênakin."
- "Pêvajoya çareseriyê projeya herî girîng a Tirkiyeyê ye"
Davutoglu wiha axivî: "Ne bira MHP ji ser pêvajoya çareseriyê da propaganda bike û bibêje Tirkiye bela dibe û ne jî HDP bira pêvajoyê li gor berjewendiyên xwe biemilîne. Pêvajoya çareseriyê projeya herî girîng a Tirkiyeyê ye û wê bigihêje encamê."
Davutoglu destnîşan kir ku nîqaşên li ser heyeta şopandinê di demên dawîn da derketin û got beriya her tiştî divê îradeya çekdanînê derkeve û wiha dewam kir: "Şertê sereke çekdanîn e, heger di vî warî da gav bên avêtin û em perspektîfekê bibînin, li gor vê wê gav bên avêtin. Divê em bizanibin ku heger pêvajoya çareseriyê zirarê bibîne, em dizanin ku wê çi bibin. Divê li Tirkiyeyê tu kes bi agir nelîze."
- "Gel xwedî li pêvajoya çareseriyê derket"
Davutoglu destnîşan kir ku pêvajoya çareseriyê malê kesî nîne û wiha axivî: "Demirtaş nîşan da ku niyeta wî ya rastîn ne pêvajoya çareseriyê ye, projeyeke din heye. Pêvajoya çareseriyê malê kesî nîne, bi gotina HDP û daxuyanîdayîna Demirtaş wê pêvajo nesekine. HDP bi xwe yekdeng nîne. Ji hêla me va îrade xurt e. Bila kes nebêje di navbera me û Serokomar da cihêtiya fikr û ramanan heye. Serokomarê me îro jî dubare kir. Pêvajo bi wî dest pê kir. Gel xwedî li pêvajoya çareseriyê derket. Li gor anketan ji sedî 70 piştgiriya gel ji bo pêvajoya çareseriyê heye."