Serokwezir Erdogan di merasimê de axivî û wiha got: "Me înternet û teknolojî ewqas belav kir, normal e ku em hin tevdîran jî bigrin. Em bi van tevdîran ve azadiya tu kesî sînordar nakin. Berevajiyê vê, dema ku em bûn desthilatdar 20 hezar kesî înternet bi kar dianî, lê niha 34 milyon kes înternetê bi kar tînin. Bi van tevdîran ve em dixwazin ku zarokên xwe ji fêlbazî û şantajkeran biparêzin."
Hîç ne pêkan e ku em di nava dewletê de dewleteke din qebûl bikin.
Em destûrê nadin ku di çar mijaran de operasyon bên kirin. Ev jî yek milet, yek ala, yek welat û yek dewlet e.
Li bal me tu kes ser kesî re nîne . Em mirovan li gor mezheb, çand, ziman kategorîze nakin.