"Nîşana Alaya Neteweyî" ya Arnewidistanê teqdîmî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kirin.
Serokomar Erdoganê ku wek dewetiyê fermî yê Serokomarê Arnewidistanê Buyar Nîşanî hatibû welêt temasên xwe temam kir. Ji bo Serokomar Erdogan xwarina êvarê hat dayîn û Erdogan jî beşdarî xwarinê bû. Serokomarê Arnewidistanê Nîşanî "Nîşana Alaya Neteweyî" teqdîmî Serokomar Erdogan kir.
Xêncî Emîne Erdogana jina Serokomar Erdogan Numan Kurtulmuşê Alîkarê Serokwezîr, Wezîrê Karên Navxweyî Sebahattîn Ozturk, Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglu û Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Ayşenur Îslam jî beşdarî xwarinê bûn.
Piştî xwarinê Erdogan û heyeta bi wî ra ji bo ku vegerin Tirkiyeyê derbasî Balafirgeha Nene Terezaya Tîranê bûn.