ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo leşkerên ku li Qereqola Rêzgirtinê ya li Suleyman Şahê nobetê digrin, peyama pîrozbahiyê ya Cejna Komarê ya 29ê Cotmehê weşand û wiha got: "Komara Tirkiyeyê ji bo hemû êrîşên li dijî axa welatê me, li dijî alaya me, li dijî leşkerên me, li dijî xatiraya Suleyman Şah, wê bi hemû hêza xwe ve ligel we be. Bizanibin ku diayên miletê me yê ezîz bi we re ye."
Li gor daxuyaniya malpera înternetê ya Serokomariyê, Erdogan ji bo leşkerên ku li ber Qereqola Rêzgirtinê ya li Suleyman Şahê nobetê digirin peyama pîrozbahiyê ya Cejna Komarê ya 29ê Cotmehê weşand.
Erdogan cejna leşkeran pîroz kir û got ku mîrata mibarek ya şehîd û xaziyan li ser milê we ye.
Erdogan di peyama xwe de wiha got:
"Em wek milet bi leşkerên xwe yên ku tirba Suleyman Şahê diparêzin ve serbilind in. Tirkiye bi hemû hêza xwe ve wê ligel we be. Ez dîsa car din dubare dikim ku Komara Tirkiyeyê ji bo hemû êrîşên li dijî axa welatê me, li dijî alaya me, li dijî leşkerên me, li dijî xatiraya Suleyman Şah, wê bi hemû hêza xwe ve ligel we be. Bizanibin ku diayên miletê me yê ezîz bi we re ye."