FİLİPİNLER
Serokwezîr Ahmet Davutoglu: "Dibe ku hevdîtin dewam bikin. Heta ku êdî kes nikaribe Pêvajoya Çareseriyê bike hincet û li Tirkiyeyê pergala kamuyê xirab bike. Heta ku kes nikaribe welatiyên me yên kurd ên li rojhilat û başûrê rojhilat dijîn bike bahene, li welatiyên me zilm bike û ber li Pêvajoya Çareseriyê bigre. Em di mijara Pêvajoya Çareseriyê de bibiryar in."
Serokwezîr Davutoglu li Malînaya paytexta Filîpînanê der barê pêvajoya çareseriyê de axivî û wiha got: "Kî çi dike bila bike dê hikûmeta me her dem îstîqrara Tirkiyeyê biparêze û Pêvajoya Çareseriyê bi rêkûpêk birêve bibe. Ji bo em bi ser bikevin jî di vê mijarê de hewceyî bi çi hebe, em ê bêguman bi cih bînin."
-Pêvajoya Çareseriyê ya li Tirkiyeyê
Serokwezîr Davutoglu li ser pirsa rojnamegerek ya derbarê pêvajoyê ya "Duh hikûmet û HDPyê hevdîtin kir. Hin nirxandinên wek ku gihiştine merheleyek nû hene..." got: "Me rojek berî hatina min, li ser Mekanîzmaya Pêvajoya Çareseriyê civînek li dar xistibû. Di civînê de digel hevalan em li ser geşedanên dawîn sekinîbûn. Ji ber bûyerên ku di 6 û 7ê cotmehê de pêk hatin, li herêmê atmosfereke neyînî çêbûbû, berî hatinê em li ser van mesele û rêyên çareseriyê sekinîbûn."
Davutoglu got ku helwesta Tirkiyeyê ya di vê mijarê de diyar e û wiha dewam kir:
"Pêvajoya Çareseriyê, pêvajoya aloziyê nîne. Pêvajoya Çareseriyê nayê wateya ku hemû kes dikarin di vê serdemê de li gor rê û rêzikên hiqûqa xwe tevbigerin û bi ya xwe bikin. Pêvajoya Çareseriyê ew serdem e ku hemû gelên Tirkiyeyê di vê serdemê de, ji maf û azadiyan sûdê werbigrin, tu kes ji ber çand, etnîk û mezhebê xwe biçûk neyêxistin. Hikûmeta me ev 12 salin di vê mijarê de hewl dide û gavan diavêje. Bûyerên ku di 6 û 7ê cotmehê de qewimîn wek hamleyeke ku bixwazin ber li pêvajoyê bigrin bû. Xwestin ku pêvajoyê porovoke bikin. Niha der barê vê mijarê de HDP daxuyaniyan dide. Em hêvîdar in ku di çarçoveya daxuyaniyan de tevbigere."
-"Em di mijara pêvajoyê de bi biryar in"
Davutoglu wiha dewam kir: "Me geşedanan ji vir teqîb kir. Em bi birêz Yalçin Akdogan re him berî hevdîtinê him jî piştî hevdîtinê axivîn. Dibe ku ev hevdîtin berdewam bikin. Heta ku êdî kes nikaribe Pêvajoya Çareseriyê bike hincet û li Tirkiyeyê pergala kamuyê xirab bike an jî ji bo xirab kirinê hewl bide. Heta ku kes nikaribe welatiyên me yên kurd ên li rojhilat û başûrê rojhilaêt dijîn bike bahene, li welatiyên me zilm bike û ber li Pêvajoya Çareseriyê bigre. Em di mijara Pêvajoya Çareseriyê de bi biryar in.
Me biryardariya xwe him di kongreya xwe ya asayî de him jî di bernameya xwe ya hikûmetê de nîşan da. Ji vir û pê ve jî dê pêvajo berdewam bike. Wekî ku min berê jî got ez çawa vegerim dê bi hevalan re cardin li ser mijarê biaxivim. Piştî vê roja pêncşemê dê herim Iraqê. Berî çûna Iraqê dîsa dê bi hevalan re hevdîtin bikim û ji bo çi hewce dike bikin em ê telîmatan bidin. Bila gelê me xeman nexwe."
Serokwezîr Davutoglu diyar kir kî çi dike bila bike dê her dem îstîqrara Tirkiyeyê biparêz in û wiha pê de çû: "Dê pêvajoya çareseriyê bi rêkûpêk birêve bibin. Ji bo em bi ser bikevin jî di vê mijarê de hewceyî bi çi hebe, em ê bêguman bi cih bînin. Dawiya hefteyê dê herim Tatvan, Patnos û Tûncaliyê. Dê li vir bi gelê me re bêm bal hev û em ê bi hev re li ser mijarê bisekinin. Li vir maxatabê me yê sereke gel e. Em hêvî dikin ku encamên baş derkevin holê."
Davutoglu piştî hevdîtinên li Manîlaya bajarê Filîpînê bi balafira taybet "TÛR" re, di saet 09.00an de, vegeriya Enqereyê.