14 Mijdar 2016•Rojanekirin: 14 Mijdar 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Tuyê rabî ji Tirkiyê ra bêjî 'mizakereyên bi Yekîtiya Ewropayê ra dibe ku rawestin'. Tu mêze dikî, dibêjin, 'emê mizakereyan rawestînin'. Hûn dereng man, demildest biryara xwe bidinBinêrin brêz Serokwezîr li vir e, wezîr li vir in. Ez jî wekî Serokomar dibêjim ku em heya dawiya salê sebir bikin, paşê em biçin cem gel."
Serokomar Erdogan di civîna "Projeya Çanda neteweyî" ya ku li Navenda Kongre û Çanda Miletê ya li Beştepeyê hat lidarxistin da xeberda û daxuyaniya Serokê PEyê Schulz rexne kir û wiha pê da çû: "Em fêm dikin ku hin kes têra aqilê xwe dixwazin ku vî welatî li me teng bikin. Çi ji destê wan tê bira bikin. Ca li vî bêrêziyê mêze ke, dibêje çi, 'emê ambargo bidin ser'. Ma her derê te ambargo be kêrî çi tê? Tu dereng dimînî, dereng. Em jî wekî bersiva vê êrîşê, çiqas maşe, amûr û xaîn ên ku ew diemilînin hene, em serê hemûyan diperçiqînin û emê biperçiqînin."
Serokomar Erdogan di civînê da axaftina xwe wiha domand: "Hûn ewil sozên ku we daye bicih bînin. Hûn ewil Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê, Kongreya Ewropayê, avahiyê kongreyê û li der û dora wê ji nûnerên rêxistinên terorê paqij bikin. Îlankirina PKKê weke rêxistineke terorê meselê naqedîne. Ewil nûnerên wan paqij bikin ku em we bibînin. Niha li Almanyayê, Fransayê, Swêdê, Hollandayê û li her derê sîxûrên rêxistina terorê hene.
Rojava çi dibêje, dibêje 'Dardekirin nabe, hûn çawa li ser vê mijarê dipeyivin.' Ez jî ji vê derê bangî Rojavayê dikim, hey Rojava qedera vî miletî di destê we de nîne, qedera vî miletî di destê me de ye. Îro li piraniya dinyayê ev heye. Tu kî yî lo? Çi ye, li wê derê serokê parlementoyekê ye. Ma tu çi yî? Ji kengî ve tu li ser navê Tirkiyeyê biryarê didî? 53 sal in hûn Tirkiyeyê hilnadin nav Yekîtiya Ewropayê, lê îro çawa radibin li ser navê Tirkiyeyê biryarê didin. Te hê Tirkiyeyê nas nekiriye. Ev milet biryara xwe bi xwe dide. Ev milet navika xwe bi xwe dibire."