14 Mijdar 2016•Rojanekirin: 15 Mijdar 2016
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş li Koşka Çankayayê dema ku civîna Lijneya Wezîran dewam dikir daxuyanî da rojnamevanan û pirsên wan bersivandin.
Kurtulmuş der heqê şehîdkirina Qaymeqamê Dêrikê Muhammed Fatîh Safîturk da got ku Xwedê rehma xwe li wî bike û wiha axivî: "Heta niha 62 kes hatin binçavkirin. 10 ji van hatin berdan, jêpirsîna yên mayîn berdewam e. Kiryarên bûyerê, kiryarên sereke yên bûyerê hatine girtin. Ji Stenbolê bi kargoyê şandina bombeyê û heya teqandina wê her ku kê di nava bûyerê da ye, kêm zêde em gihaştine van kesan, li paş van kê hene, evê jî zelal be û bûyerê tevî hemû hûrguliyên xwe bê ronîkirin û hesabê bê pirsîn."
Kurtulmuş êriş bi tundî şermezar kir û got ku ev êrîş wê tu carê neyê jibîrkirin û wiha dewam kir: "Em ê hewl bidin ku cezaya herî giran ji bo kiryaran bên dayîn. Him ji bo birayê me Fatîh, him ji bo malbata wî û him jî ji bo gelê me ev berpirsyariya me ye."
- "Koka hemû rêxistinên terorê wê bê qelandin"
Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş destnîşan kir ku rêxistina terorê bi van êrîşan ve hewl dide ku gel bitirsîne û wiha axivî: "Koka hemû rêxistinên terorê wê bê qelandin. Yên ku di nav vê bûyerê de ne an jî vê kirine bila vê bizanibin. Li Rojhilatê û Rojhilatê Başûr xizmetên ku gel bendê ye wê ji hêla qeyûmên me ve bên dayîn. Bila şika tu kesî çênebe. Welatiyên me bi hêsta berpirsyariyê ve alîkariya van wekîlên serokê şaredariyê dikin û piştgiriyê didin wan. Hêvî dikim di demeke kurt da hemû bûyerên terorê wê dawî bibin û xizmeta welatiyan wê bê kirin."
- Xebatên GAP û DAPê
Kurtulmuş destnîşan kir ku di civînê da pêşkêşiyên projeya başûrê rojhelatê Anadoluyê (GAP) û projeya rojhilatê Anadoluyê (DAP) jî hatin kirin û wiha dewam kir, "Herwiha me careke din ji ber çavan ra derbas kir ku ka heya dawiya 2019an di çarçoveya GAP û DAPê da dê çi bê kirin û piştî kutabûna van projeyan dê çi sûda xwe ji Tirkiyê ra hebe û feydeya wê ya aborî dê çi be." ,
Kurtulmuş bal kişand ku GAP ji pêngavên pir giring pêk tê û hemû qonaxên projeyê heya dawiya 2019an dê kuta bibin.
Alîkarê Serokwezîr wiha domand, "Dema ku GAP di 2019an da temam bû, di salê da dê 4,9 milyar dolar dahata wê ya aborî hebe. Bi temambûna GAPê ra bi tevahî dê bona milyonek û 270 hezar kesî deriyê îstixdamê vebe."