Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş: "Bi tu awayî ji kesên ku dibêjin 'HDPê ji bendê derbas kir' bawer nekin. Em hê di talûkê da ne."
Demirtaş li Bûlwara Turgut Ozal di mitînga partiya xwe da axivî û bal kişand ser aştiya navxweyî û got ku ew di çarçoveya exlaqê siyasî da mecbûr in ku her kesî wek hev bigrin.
Demirtaş destnîşan kir ku divê li ser van axan fikr û raman û partiyên siyasî yên cuda cuda hebin û wiha dewam kir: "Her yek ji me wê me bi gelê me bide nasandin. Gel wê ya dilê hilbijêre û ew ê jî pirsgirêka gel çareser bike. Tu partiya siyasî û fikra siyasî dijminê me nîne. Bila tu partiyên siyasî ji dijmintiya me nekin. Lewra me ji dijminatiyê pir kişand. Herî zêde gel ji vê dijminatiyê zirar dît."
- "Kabeya min li Mekkeyê ye"
Demirtaş wiha axivî: "Her kes ne misilman e, ne mecbûr e ku bibe misilman jî. Kabeya min li Mekkeyê ye. Digel vê hê jî bi israrî derewan dikin. Kabeya min ne Taksîm e, lê we berê xwe daye pereyan, jiyana xwe dijwar kiriye. Desteyên dolaran bûye qibleya we."
- Îdiaya zext û zora ser hilbijêran
Demirtaş îdia kir ku dema ew hatin îqtidarê li vî welatî aştî û biratî wê xarantî bibe û got ku ew ê Makezagona 1982yan biguherînin.
Demirtaş li ser îdiaya ku HDP û PKK zextê li hilbijêran dike sekinî û wiha got:
"Hinek kes şerm nakin û dibêjin 'HDP bi zora çekê rey top dike.' Ev bê şermiyeke çawa ye. Kê ji bo tirsê rey dide me, bila nede. Ew rey li me heram in. Bi tu awayî ji kesên ku dibêjin 'HDPê ji bendê derbas kir' bawer nekin. Em hê di talûkê da ne. Bi tu awayî di rojên pêş da nekevin defika provokasyonan. Di siyasetê da dijminê me tuneye. Divê ji bo vê mijarê her kes hessas bibe."
Demirtaş got ku ew ê rêzê nîşanî îradeya hemû partiyan bidin û wiha dewam kir: "Bend ne tenê pirsgirêka me ye, Partiya Saadetê û HUDA-PAR jî bila werin meclisê. Em ê pêşî li ber partiyên ku nikarin ji bendê derbas bibin vekin û vê pirsgirêkê çareser bikin."
Di qada mitîngê da ji bilî flamayên partiyê, hat dîtin ku alaya tirkan, flamayên aîdê hin komele, rêxistin û sendîqayan jî hatin bakirin.