ANKARA
Ji ber ku dema hilbijartinê hindik ma, bername û mitîngên serokê partiyan jî wê hêdî hêdî biqedin.
AK Partiyê mitînga xwe ya ewil di 25ê nîsanê de li Erziromê da destpêkirin û wê mitînga xwe ya dawîn jî li Konyayê bike.
Serokê AK Partiyê Ahmet Davutoglu heta niha li 73 bajaran bangî welatiyan kir û herî dawîn jî li Kirikkaleyê beşdarî mitîngê bû.
- Mitînga dawîn a Davutoglu wê li Konyayê çêbike
Davutoglu hin rojan 3, hin rojan jî 2 mitîng li dar xist û di mitîngan de qasî 40 deqîqeyan axivî. Jina wî Sare Davutoglu û rêvebirên AK Partiyê jî bi wî re çûn mitîngan.
Serokwezîr Davutoglu îro wê li Yalovayê, sibê li Edîrne û Kirklareliyê, di 5ê heziranê de li Kahramanmaraş, Gazîentab û Kilîsê, di 6 hezîranê de jî li Antalya û Konyayê wê beşdarî mitîngan bibe. Bi vî awayî wê li 81 bajaran bi welatiyan re were li gel hev.
Davutoglu mitînga xwe ya dawîn wê li Konyayê bike û li wir jî raya xwe bide.
- Kiliçdaroglu li 61 bajaran beşdarî mitîngan bû
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu jî di 26ê nîsanê de li Edîrneyê dest bi mitîngan kir û heta niha jî li 61 bajaran mitîng li dar xistin.
Kiliçdaroglu îro wê li welatê xwe Tunceliyê, Elezîz û Meletiyê beşdarî mitîngan bibe û bi vî awayî ew ê 64 bajaran mitîngan li dar bixe. Kiliçdarogluyê raya xwe li Enqereyê bide.
- Mitînga dawîn a Bahçelî li Edeneyê ye
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî jî di 6ê gulanê de li Çankiriyê dest bi mitîngan kir û heta niha 44 bajaran mitîng li dar xist.
Bahçelî wê sibê li Osmaniye û Edeneyê mitîngên xwe yên dawîn li dar bixe.
- Demirtaşê li Diyarbekirê mitînga xwe ya dawîn li dar bixe
Hevserokên Giştî yên HDPyê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag jî heta niha 41 bajaran mitîng li dar xistin.
Demirtaş beşdarî 22 mitîngan, Yuksekdag jî beşdarî 19 mitîngan bû.
Demirtaşê di 5ê hezîranê de mitînga xwe ya dawîn li Diyarbekirê li dar bixe. Yuksekdag jî herî dawîn wê di 6ê hezîranê de li Wanê bangî welatiyan bike.