WASHINGTON
Tezkereya Serokatiyê ya ku ji bo rê li ber êrîşên ku dibe rêxistinên terorîst ên li Iraq û Sûriyeyê li dijî Tirkiyeyê bikin bê girtin, li Lijneya Giştî ya TBMMyê hat qebûlkirin. DYAyê diyar kir ji ber ku Tezkereya Serokatiyê hat qebûlkirin gelekî kêfxweş in.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYAyê Jen Psakiyê di brîfînga çapemeniyê ya rojane de li ser pirsa tezkereyê wiha got: "Em bi Tirkiyeyê re di nava diyalogeke xurt de ne. Em ji ber ku tezkereya ku ji bo operasyonê rayeyê dide leşlerên tirk, li parlamentoyê hat qebûlkirin kêfxweşin. Me bi rayedarên tirk re der barê tehdîda DÎŞIyê ya li Iraq û Sûriyeyê de gelek civînên girîng kirin. Ev xebatên me dê dewam bikin û em ê hevkariya di navbera xwe de bihêztir bikin."