Serokê Meclisê Cemil Çîçek got ku di dema îroyîn de girtina partiyan nayê qebûlkirin.
Çîçek li Altinparkê di vekirina fûara mobîlyeyan de pirsên rojnamevanan bersivand.
Li ser pirsa "Parlementerê HDPyê yê Şirnexê Hasîp Kaplan îdia kir ku di MGKyê de biryar hatiye hildan ku HDP were girtin, li Tirkiyeyê îhtimala ku partî werin girtin heye yan na?" wiha axivî: "Daxuyaniyên wiha li gor çi tên kirin ez nizanim. Ez di civîna MGKyê de nebûm. Lê li welatê me berê gelek partî hatin girtin. Tu wextê ev bi kêrî tiştekî nehat. Ez girtina partiyan baş nabînim. Li Tirkiyeyê bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn an jî konseyê gelek partî hatin girtin. Ji ber vê jî di roja îroyîn de girtina partiyan nayê qebûlkirin. Partiyên siyasî nîşaneya demokrasî û siyasetê ne."