ÇANAKKALE
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Merasima Bibîranînê ya 100emîn Salvegera Şerên Bejahiyê yên Çanakkaleyê de axivî. Erdogan got: "Li vê nîvgirava biçûk, li ber xetireya bi sedhezaran ciwanên ezîz ên ku vir radizên, ez car din dixwazim bibêjim ku em ji bo ku aştî, aramî, gumrahî bibe serdestê dinyayê bibiryar in ku xebatên xwe berdewam bikin."
Erdogan got ku her ciwanên ku li vê axê binaxkirî ne ewladê Tirkiyeyê ne û wiha axivî:
"Hemû ciwanên ku li vê erdê hatine binaxkirin êdî mêvanên me nînin, wekî ewladên me ne. Îro vir em tenê miriyên aliyekî diyar bi bîr naynin, em hemû eskerên ku li van axan can dane bi bîr tînin. Abîdeyên me sembola temamiya nêzî nîv milyonê ciwanên ku li van axan mirine ye."
-"Divê hemû welêt piştgiriyê bidin atmosfera dostaniyê ya vir"
Erdogan bal kişand ku divê atmosfera xweşbîniyê ya li Çanakkaleyê ji hemû cîhanê re bibe mînak û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ez wisa hêvî dikim ku Çanakkale li ser êşên hevpar dijminiyên nû dernexîne holê, Çanakkale bila êşên hevpar biguherîne û bike wesîleya hezkirin û aştiyê û Çanakkale di vê warê de ji hemû cîhanê re, ji hemû civakan re bibe mînak. Ji bo îstiqrar cîhanî û gumrahiyê, divê hemû welêt, hemû saziyên navneteweyî, hemû civak piştgiriyê bidin atmosfera dostaniyê ya vir. Çareseriya terorîzmê, nijadperestiyê, îslamofobiyê û her cure îdeolojiyên ku tê de nefret hene va ye vir e."