MANÎSA
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li navçeya Akhîsara Manîsayê beşdarî merasima vekirina giştî bû. Erdogan li wir wiha got: "Di hilbijartina dawîn de ji du kesan yekî deng da AK Partiyê. Ev deng dayîna pêbaweriyê ye. Lê hinekan çavnebarî kir."
Erdogan axaftina xwe wiha domand: "Ji bo ku gel rêya xwe bibîne çi ji destê me hat me kir. Me got biryar a gel e, we biryar da. Çima fesadî û fitneyê dixin nava me. Me got em dê li hember van têkoşînê bidin."
Serokwezîr Erdogan axaftina xwe wiha domand: "CHP di vî welatî de partiya wan kesan e ku xwe li ser gel re digrin. Dibêjin 'gel nikare biryarê bide', 'gel fêm nake'. 'Gel kî ye ku rêya Tirkiyeyê kifş bike' dibêjin. Ew lobî, ew rêxistin, ew çete piştgiriyê didin wan. Ew bi hev re dimeşin. Bi AK Partiyê ve ev lîstika qîrej xirab bû, sîstema qirêj hilweşiya. Ji vê aciz dibin. Bi AK Partiyê di hundir de û li derve heyameke nû dest pê kir. Lewra hesab ser û bin bûn."
-"Em rê nadin gendeliyê"
Serokwezîr Erdogan wiha got: "Ak Partî bi gendeliyê re têkoşîn û heta îro hat. Kurê bavê min be jî, kurê min be jî, kî dibe bila bibe em ê li dijî gendeliyê tevbigerin."
-"Ji welêt re xayîntiyê dikin"
Erdogan got ku muxalefeta sereke û muxalefeta piçûk di nav îxanetê de be û wiha axivî: "Lewra 642 milyar, bi reqamên berê ve 642 katrilyon li welêt di kasa vê dewletê de ma. Lê binihêrîn ji 17ê çileya pêşîn vir ve 120 milyar dolar zirar heye. Ma ne heyf e, hûn çawa dikarin vê bikin? Hûn çawa dikarin karekî wiha bidin destpêkirin? Ev bûyereke çeteyekê ye, ev bûyera rêxistinekê ye. Mixabin muxalefeta sereke jî a piçûk jî bi hev re niha vî karî dikin."