TUNCELİ
Serokwezîr Ahmet Davutoglu got: "Heke zimanê me bigota û guhên me bibihîsta dê pêdiviya me bi werger û wergervanan hebûya, lê em xîtabê dilan dikin. Gelê li ser van axan jiyaye bi salan li vir zazakî û kurmancî axiviye; ma mirov kare van zimanan qedexe bike, aliyek însanî ya qedexekirina van zimanan heye?"
Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Zanîngeha Tunceliyê axivî û got:
"Em bi têgiha 'Tirkiyeya Nû' derketin rê. Ji bo halekî nû û helalkirinê jî pêdivî bi peymanên nû hene herwiha bingeha sereke ya van peymanan jî dîroka me ya hevpar e. Heke hin bûyerên nexweş pêk hatibin, zilm hatibe kirin divê em karibin li hemberî van bûyerên nebaş lêborîna xwe bixwazin."
Davutoglu got ku ew him wekî Serokwezîrê Komara Tirkiyeyê him jî wekî mirovekî ku li ser van axan jiyaye, mezin bûye, mirovek ji xelkê herêma Anadoluyê, mirovek xwedî wicdan hat li vir û got ku tiştekî ku wicdan qebûl neke divê dewlet jî qebûl neke û wiha pê de çû:
"Heke em cudahiyên di nav civakê de wekî dijminiyê bibînin û binirxînin dê ev ferq zirarê bidin civakê. Heke em wekî dostî û biratiyê bibînin em ê biserkevin."
Serokwezîr Davutoglu got: "Kemal Burkay dereng gihişt welat û bajarê xwe. Me di serdema xwe de ew pêşwazî kir û ew vegeriya. Ez ji vir cardin bangî hemû kesên ku mecbûr mane ji welatê xwe çûn dikim; li kîjan welatê dinyayê dijîn bila bijîn û bila kerem bikin bên, derême ji wan re vekiriye."
Serokwezîr wiha dewam kir: "Çawa ku navê Dêrsime wekî Tûnceliyê hat guherandin, di heman salan de navê gelek gund û herêman jî hat guherandin. Navê gundê ku ez lê ji dayîkbûm 'Pîrlerkondû' bû. Peyva 'pîr'ê him di îslama elewî him jî ya sunî de heye. Di hemû çavkaniyên serdema Osmaniyan de nav wekî 'Pîrlerkondû' cih digre. Ji pîrên Horosanê milek ji Torosan hatine li vir milek jî derbasî aliyê din bûye. Îslama sunî qebûl kiriye. Milê ku li vir maye jî elewîtî qebûl kiriye. Lê ji milên heman gelî ne. Yanî heman bawerî heman fikr û raman.."
Davutoglu bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û got ku dema ku ew dibêjin pêvajo mebesta wan ne komek, partiyek an beşek ji gel e û wiha dewam kir: "Bi povajoyê mebesta me komarek demokratîk, welatiyên ku di qada wekheviyê de dijîn û peymaneke hevpar a civakî ye. Heke di mijara bûyerên ku pêk hatine de em vekirî nebin, ya dilê xwe venebêjin û teredut bikin em ê nikaribin tiştekî nû avabikin."
Serokwezîr Davutoglu li ser bûyerên Dêrsimê sekinî û wiha got:
"Dibe ku qinyaetên her kesî ji bo bûyerên Dêrsimê cuda bin. Em dikarin li ser van bûyeran lêkolînan bikin û li benda encama lêkolînên dîrokî bisekinin. Lêbelê bila kes ji min re nebêje ku li hemberî feryada kalekî 75 salî (Sêyît Riza) ya ku dema hat idamkirin bê deng bimîne. Zihniyeta ku ew kuşt, kî temsîl dike bila bike, ew zihniyet zihniyeteke zalimane ye. Kesên ku wê zihniyetê diparêzin bila nebêjin ku em dewletê diparêzin. Dewlet li ser wê zihniyetê baqî namîne. Dewleta ku li wê zihniyetê venegere jî nikare bibe dewleta gel. Em vedigerin û li ser van mijaran disekinin."
Serokwezîr Davutoglu diyar kir ku Atif Xoceyê Îskîlîpî û Seyît Riza ji ber ku mîna îdeolojiya fermî ya dewletê nedifikirîn hatin idamkirin û wiha pê de çû: "Em dibêjin ku ji vir û şûn de wê îdeolojiyeke fermî ya dewletê tunebe. Dewlet tenê wê girêdayî gel be. Dewleta ku eleqeya wî bi gel re tunebe, nikare li ser piya bimîne û bi îdeolojiya fermî bijî. Tarîxa ku îdeolojiya fermî li gor xwe çêdike, pûç e û pêşeroja dewletê li ser wê dîrokê ava nabe. Em ê hemû bi hev re rûnên û lihev bikin û biaxivin, lê em hêrsa xwe li hev neynin. Em ê êş û kedera hevdu parvebikin."
Davutoglu der barê hin gavên ku dê bavêjin de jî agahî da û wiha got: "Qişlaya berê wê bibe muze û navê wê dê bibe 'Muzeya Dêrsimê'. Hemû rêyên cihên ziyaretan wê bên çêkirin da ku gel bi rihetî biçe wan ziyaretgehan. Ji ber vê çendê yê hemû bên restorekirin. Rektorê me xwest ku navê zanîngehê biguhere û bibe Zanîngeha Mûnzûrê. Bila navê Zanîngeha Mûnzûrê jî ser xêrê be."