Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Avahiya Teze ya Serokwezîriyê bi minasebeta 24ê çireya paşînê Roja Mamosteyan, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Nabî Avci û 81 mamosteyên ku ji 81 bajaran hatine qebûl kir.
Serokwezîr Davutoglu destnîşan kir ku mamoste ji bo pêşveçûna neteweyî û pêşerojê girîng in û wiha dewam kir: "Mamosteyên me ji bo pêşveçûna neteweyî û pêşeroja me girîng in. Em ê vê yekê berbiçav bigrin û înşallah em ê di 2yê çileya pêşîn de di 19emîn Şûraya Perwerdeya Neteweyî de Belgeya Stratejiya Mamosteyan îlan bikin. Di çêkirina vê belgeyê de keda we girîng e. Em ê li gor tecrubeya we îlan bikin. Ez dixwazim mizgîniyekê jî bidim we. Înşallah em ê di meha çileya paşîn de rewşa mamosteyên li ber çav bigrin û 15 hezar kadroyên teze îlan bikin û 15 hezar mamoste di meha çileya paşîn de tayîn bikin."
Davutoglu destnîşan kir, ew bawer e ku mamosteyên netayînkirî wê bi vê mizgîniyê kêfxweş bibin û wiha dewam kir: "Wek diyariya roja mamosteyan ez dixwazim ku vê mizginiyê bidim we, mamosteyên me û malbatên wan."