BÛRSA
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç: "Yên ku cihêtiyê dikin û dibêjin 'tu filan kes î, tu bêvan kes î', êdî li vî welatî karê wan nemaye. Em yek in û bi hev re Tirkiye ne."
Arinç beşdarî merasima xîmdanîna Nexweşxaneya Dewletê ya Orhangaziyê bû. Arinç li vir axivî û got ku "Înşellah em ê di nav aramiyê de rojên xweş bibînin."
Arinç di axaftina xwe de wiha got: "Li vir dostanî û biratiyeke xweş heye. Em vê dixwazin."
Arinç di axaftina xwe de destnîşan kir ku yên dixwazin biratiyê bibînin, bila biçin serdana cangoriyên Çanakkaleyê û wiha axivî: "Li ser kêlikên cangoriyan binihêrin. Ji her derê welêt navên cangoriyan hene. Li Çanakkaleyê 250 hezar cangoriyên me hene û di himbêza hev de radizên. Çawa berê em bi hev re jiyan, îro jî em ê bi hev re bijîn. "Yên ku cihêtiyê dikin û dibêjin 'tu filan kes î, tu bêvan kes î', êdî li vî welatî karê wan nemaye. Em yek in û bi hev re Tirkiye ne."