TBMM
Arîkarê Serokwezîr Bulent Arinç got ku "Heta 17ê kanûna pêşîn min ji devê van tu carî gotina gendeliyê nebihîst. Tu carî giliyeke wekî 'Li AK Partiyê wezîrek, parlementerek, burokratek vî karî dike' nehat. Gelo ji we re wehiy hat ku roja 17ê kanûna pêşîn îdiayên gendeliyê belav bûn. Bûyera ku çavê me vekir ev e. Hûn çima nabînin ku ev yek operasyoneke siyasî ye."
Arinç di hevdîtinên li ser bernameya Hikûmeta 62yemîn de li Lijneya Giştî ya TBMMyê de li ser navê hikûmetê axivî û bersiva rexneyan da.
- "Beyî ku avê vexwe bername xwend"
Arinç li ser rexneyên dibêjin ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu çima di hevdîtinê de cî negirt, got ku Davutoglu bi qasî saet û nîvekê li ser kursî beyî ku qedehek av vexwe bernameya Hikûmetê pêşkêş kir. Arinç da zanîn Davutoglu bernameya xwe ya li Stenbolê betal kir û got ku "Ez li hember parlementoyê rêz digirim, dixwazim ku her kesî guhdar bikim. Ez dê karên xwe yên lezgîn biqedînim û vegerim Parlementoyê."
- "Rêxistina paralel"
Arîkarê Serokwezîr Arinç da zanîn ku dixwazin bila bibêjin "rêxistina paralel" an jî dixwazin bila bibêjin "rêxistina dewleta paralel" ev îro ji bo Tirkiyeyê rastiyek e û berbiçav e.
Arinç destnîşan kir ku Hurşît Guneşê CHPyî qala axaftina wî ya ku di rabirdûyê de di bernameyekî televîzyonê de kiribû û ji sedî sed rast bû, kir û wiha axivî: "Di zabitnameyan de çi hebe yên ku ji devê min derketine, hemû rast in. Ez encamên vê yekê qebûl dikim, ez an dê îzah bikim an jî xwe wekî kesekî ku sucekî neyê bexşandin kiriye bibînim. Lê belê namûsa mirov gotin in ku ji devê wî derdikevin. Zehf caran jî hewce dike ku mirov li wan xwedî derkeve."
- "Bûyera ku çavên me vekir"
Arinç got ku ev axaftina min gelekî rast bû lê ev cara ewil nîne ku ez vê yekê dubare dikim û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Min di dema Serokatiya Parlementoyê de, beriya wê, ji salên 1970, 1980 û 90î heta niha ji wextên ku hûn hemû bêdeng diman, we xwe nedîtinê datanî, dema hûn ditirsiyan, we rexne dikir, li gor we bi xetere bû û dema we wek rêxistineke veşartî bi nav dikir, dema hûn ji çûna dibistanên wan direviyan jî min heman tişt gotin. Rastiya li holê ev e; dema min ev axaftin û hevdîtin kirin ji we dixwazim ku hûn ji paqijiya min bawer bikin. Ya ku me didît ev bû, dixwazin ji navê wê re bibêjin 'cemeat', dixwazin bibêjin 'camîa' û dixwazin bila bibêjin tevgera xizmetê, tevgera dildarên xizmetê, me baweriya xwe bi vê yekê anîbû. Min li her cihê ku ez diçûm wir, di hemû axaftinên xwe de qal dikir ku dibistanên li derveyî welêt çiqas kêrhatî ne, mamosteyên wir fedekariyeke çawa dikin û di navbera Tirkiye û wî welatê de dibin sedema têkiliyên dostaniyê. Hûn dikarin van axaftinên min bibînin û derxînin. Ji bo vê yekê hewce nake ku birêz Guneş biaxive, ew jî niha heman tiştî dikin.
Axaftinên min ên wan deman wekî 'gelo çi bû kî' ji malperên vîdeoyê serwîsî hin cihan dikin. Belê hin tişt qewimîn. Me ew wekî tevgerekî siyasî nedîtin. Ez ev 40 sal in di nav siyasetê de me. Ev tevger wext hat piştgirî da DSPyê. Em li hember wan hêrs nebûn, min ew ji ber tercîhê wan a siyasî ew rexne nekirin. Kesên li bal min gotin ku 'Ev çawa dikarin piştgiriyê bidin DSPyê' û ew rexne kirin. Min got ku tercîha wan e. Wext hat zehf caran piştgirî dan ANAPê, min dîsa got ew tercîha wan a siyasî ye. Wext hat piştgirî dan me, deng dan me. Ne tenê di referanduma 12ê îlonê de, wan di hilbijartinên herêmî û yên giştî de jî rayên xwe bi vî awayî dan. Lê belê piştî ku ev kar derketin holê, em dizanin ku ji bo we xebitîn, derî derî geriyan. Dengê xwe dan CHP, MHP û BDPyê. Me ew ji ber vê helwesta wan a siyasî rexne nekiriye û ew tune nehesibandine. Niha bûyera ku çavên me vekir îdiayên gendeliyê yên di 17ê kanûna pêşîn de nînin. Ez tiştekî ku hûn qet nizanin ji we re bibêjim, ez ev 30 sal in ku di nav vê camîayê de me. Heta 17ê kanûna pêşîn min tu carî ji devê van gotineke wekî gendeliyê nebihîst. Tu giliyê wekî 'Li AK Partiyê wezîrek, parlementerek, burokratek vî karî dike' nehat. Gelo ji we re wehiy hat ku roja 17ê kanûna pêşîn îdiayên gendeliyê belav bûn. Bûyera ku çavê me vekir ev e.
Hûn niha dikarin bi van re hevkariyê bikin. Hin kesên ku tişortan li xwe dikin, li ber ewlehiyê xwepêşandanê dikin. Ew kesên ku xwepêşandanê dikin li hin cihên din, xwepêşandanên din dikirin. Endamekî ewlehiyê ji înternetê agahî dide ka gelo dê kengî operasyon bê kirin û li gor wê tişort tên amadekirin, li gor wê xebatên PRyê tên kirin, li gor wê bangî hin kesan dikin û vê yekê dikin wekî xwepêşandaneke qehremaniyê û ji we gelek parlementer ez MHPyê tenzîh dikim lê sifirên CHPyê "zero"yan li xwe dikin û şovê dikin. Hûn li gel kî ne? Camîayeke ku heta 17ê kanûna pêşîn gotina gendeliyê qet negotibe, çi bû ka di 17ê kanûna pêşîn de 'ev wezîr, ev ev vê yekê dikin...' De bila em bibêjin heta wê rojê bêdeng man û wê rojê axivîn. Lê hûn çima nabînin ku ev yek operasyoneke siyasî ye? Bi ya min manîvelaya herî cidî ya ji bo hilweşandina hikûmetê derxistina van îdiayan e. Ez wek kesekî wekî we biyaniyê vî karî naaxivim, dixwazin bawer bikin, naxwazin bawer nekin, ez di nav wan kesan de bûm ku hûn alî alî ji wan direvîn."
- "Tu çima li bendê mayî birayê min ê delal"
Arinç got ku kesên bi namûs dikevin li pey gendeliyê û gendeliyê dişopînin û got ku "Karê me hemûyan e." Arinç destnîşan kir ku tu kes li hember gendeliyan bêdeng namîne û nikare bibêje "Gelo dê ew çax zirar bigihêje berjewendiyên min an ne" û wiha axivî: "Her kesê ku dixwaze berjewendiyên gel biparêze, li ku bêhna gendeliyê bê îxbar dike. Delîlan nîşan dide û giliyê cihên eleqedar dike. Gelo birayê min ê delal hikûmeteke ku 12 sal di îqtidarê de be, hikûmeteke ku budçeyên bi qasî qatrîlyonan bi rê ve bir heke çavkaniyên kamûyê xistibe nav gendeliyê û madem tu jî vê yekê dizanî tu çima heta 17ê kanûna pêşîn sekinî? Ma mafê me tune ku em wiha bibêjin?"
- "Heke em dewleteke hiqûqê bin burokrasiya vî welatî diyar e"
Arinç rexneyên li ser bernameya Hikûmeta 62yemîn bersivand û diyar kir ku dê piştî 1ê cotmehê komîsyona lêpirsînê ya ku der barê 4 wezîran de hat avakirin, dê karê xwe bike û wiha axivî: "Heke neke dîsa rexne bikin, ji aliyê siyasî ve çi hewce dike bibêjin lê hûn nikarin hema di serî de bi çavê sûcdaran li kesekî binêrin."
Arinç got ku "Ev ne tiştek wisa ye ku bi avêtina destxwe re bingehîn bibe,di nav destûra bingehîn de çi hebe em mecbûr in wê tetbîq bikin" û wiha axivî:
"Serokwezîr Davutoglu di kongreyê de wiha axivî: 'Rêxistina dewleta paralel, rêxistineke wisa ye ku fetretê dixwaze. Kî dibe bila bibe em dê cardin rê nedin ku otorîteya dewletê bê parçekirin. Heke kesek bixwaze otorîteya siyasî ya ku gel ew hilbijart bi kar bîne, dê ji pişt perdeya burokrasî û ewlehiyê derkeve û dê wekî me siyasetê bike. Ji niha pê de her kî dibe bila bibe kesê ku dixwaze dewletê bi dest bixe, dixwaze bila paralel be, dixwaze bila cûnta be, dixwaze bila tiştekî din be dê nekare bikeve li beriya vîna gel.' Karê ku em dikin ev e. Dewletek heye, em dê rê nedin dewlet, daraz, burokrasî û sîstemeke otorîter a duyemîn. Heke em dewleteke hiqûqê bin, burokrasiya vê dewletê jî diyar e, otorîteya wê diyar e, daraza wê diyar e. Heke em destûr bidin duyemîn û sêyemînên van, li holê ne AK Partî ne CHP, ne MHP û ne jî HDP dimîne. Ji bo parastina demokrasiyê divê em rê nedin rêxistinên duyemîn û sêyemîn.
Ev operasyon, ev teserûfên îdarî beredayî nayên kirin. Ji berê de digotin ku di nav ewlehiyê de rêxistineke biçûk heye, lê tiştên ku wan dikir zehf nedihatin zanîn. Lêbinêrin 300 hezar polêsên me hene. Kesên ku em qal dikin 300 û 500 kesên di nav van de ne. Ez hemû polêsên me ji vê yekê tenzîh dikim lê komeke biçûk ê di nav wan de emrên ku amîrên wan didin ne lê belê emrên ku melayên wan didin wan bi cî tînin. Ev kes ji bo operasyoneke siyasî bi kesên saziyên din re jî bi hevpar dixebitin û hevkariyê dikin. Ez vê yekê wekî îdiayekê nabêjim. Ez dibêjim ku qismekî vê rastiyeke gelekî mezin e, em dê rê nedin vê yekê."
- Pêvajoya Çareseriyê
Arinç got ku Parlementerê CHPyê yê Kocaeliyê Hurşît Guneş gotiye ku "Haya Parlementoyê ji pêvajoya çareseriyê tune" û bi bîr xist ku demek beriya niha Qanûna der barê Dawîlêanîna Terorê û Xurtkirina Yekîtiya Civakî hat derxistin. Arinç got ku "Ev qanûn çawa derketiye? Ez niha navê wan CHPyiyên ku bi erênî deng dan nexwînim, karê mêrikan dijwar nekim, sibê kûrûltay heye. 274 kes beşdarî dengdayîna qanûnê bûne, 235 kesan dengê erênî dane. Piraniya dengên qebûlkirinê ji me û ji HDPyê ye. CHPyî beşdar nebûne, yên ku beşdar bûne jî bi erênî deng dane. Roja te bi xêr Birêz Guneş".
Arinç got "Pêvajoya çareseriyê mijareke wisa ye ku em wê wek mijara hebûn û tunebûnê dibînin" û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Em dê vê yekê berdewam bikin jî. Naveroka wê gelekî xweş e. Em dê karêngelekî baş bikin. Em dê bînin parlementoya xwe jî, agahî jî bidin. Di qanûna ku hûn herî zêde li ser îtirazê dikin de jî tenê 36 red hene. MHP ji helwesta xwe dûr nakeve, ji wê aliyê ve divê em pîroz bikin, xelet be jî dev jê bernade. Lê belê hûn bi gotina ' em vê madeyê wiha bikin' geriyan û tenê 6 kes beşdar bûn û we dengê erênî da. Bila haya we ji vê yekê çêbe: Ev qanûn êdî qanûneke çarçove ye. Nexşerê, tiştên ku dê bên kirin, hemû dê li gor hikmên di nav vê qanûnê de bên kirin û em dê car carna hinek ji van jî bi raya giştî re parve bikin û heke verastkirin hewce bike dê dîsa bê parlementoyê. Ji ber taybetiya wan em nikarin her mijarê her roj li derve biaxivin lê belê dê kesên ku bi vê yekê re eleqedar in teqez bên agahdarkirin."
news_share_descriptionsubscription_contact
