Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu di Civîna Koma Meclisê ya partiya xwe de axivî û der barê pêvajoya çareseriyê de wiha got: "Pêvajoya çareseriyê alternatîfa Kuwayî Milliyeyê nîne. Pêvajoya çareseriyê perçeyekî Kuwayî Milliyeyê ye û biratiya gelan ava dike. Em ê li her derê qala vê misyonê bikin."
Davutoglu li ser bûyerên Sûriyeyê û erîşên DÎŞIyê jî sekinî û wiha pê de çû: "Li derve û nav welêt hin operasyon û propaganda tên kirin, divê gelê me baş bizanibe ku Komara Tirkiyeyê li dijî rejima hov a Sûriyeyê ye û bi heman awayî li dijî DÎŞIya hov û zalim e jî."
- "Nîqaşên li ser benda hilbijartinê"
Serokwezîr Davutoglu der heqê daxistina benda hilbijartinê de jî axivî û destnîşan kir ji ber ku hilbijartin nêz dibe nîqaşên benda hilbijartinê anîn rojevê û wiha got: "Em bendê nas nakin, em tenê gel nas dikin. Yên ku qala rakirina bendê dikin heta niha bêdeng bûn. Lewra ditirsin. Bi van nîqaşan dixwazin îstiqrara Tirkiyeyê cardin xera bikin. Ez ji vir bangî wan dikim, em destûra nadin ku bi rêya nîqaşên wiha dizaynên siyasî werin kirin. Hilbijartin wê di dema xwe de û li gor rêgezên dewleta hiqûqê werin kirin. Ji sindoqê wê tenê îradeya gel derkeve."
- Leşkeriya peretî
Serokwezîr Davutoglu mizginiyek jî da kesên ku benda leşkeriya peretî ne û wiha got: "Welatiyên me yên ku di 1ê rêbendana 2015an de dibin 28 salî yan jî di 31ê berfanbara 2014an de 27 saliya xwe temam dikin wê leşkeriya bi peretî bikin. Welatiyên me wê 18 hezar lîre bidin û ji wezîfeya leşkeriyê mûaf bibin."