Serokwezîr destnîşan kir ku hakim bi wijdan û cizdanê xwe re rû bi rû dimînin û wiha dewam kir: "Ev yek li vî welatî li hemberî gelek hakiman hat kirin û hin kesên ku di gelek meqamên muhîm de cih girtin jî ev yek kirin. Hin kesan got daraz di nav wijdan cizdan de asê bûye. Mixabin me bi tenê bi awayekî bêsiûdî li van tiştan temaşe kir. Ez wisa hêvî dikim ku ew biryara ku li Misrê hatiye dayîn neyê tetbîqkirin."
-Mînakên bi jan yên ji Dîroka Tirkiyeyê
Serokwezîr mudaxeleya ku di 27ê Gulanê de hatibû kirin bi bîr xist û wiha got: "Pişt mudaxeleya ku di 27ê Gulanê de hat kirin li vî welatî jî dadgehên derbeyê hatin avakirin. Hin hakim û dozgeran ne bi wijdana xwe wek gotina merhûm Menderes li gorî dilê pêşîkêşên xwe yên biçek biryar dan û sepandin. Me heman tiştî di derbeya 1980yan de bi biryara dardekirinên gelek kesan ve dît."
Erdogan da zanîn ku saziyên wek Dadgeha Bilind, Şuraya Dewletê, Dadgeha Makezagonê û LBDHyê pirî caran ji bo ku edalet pêk neyê tevgeriyan e, ji siyasetê re sînor xêz kirine û xwestine ku siyasetê li gor daxwaza xwe bidin meşandin.
"Operasyona 17ê çileya pêşîn teşebusa derbeyê ye"
Serokwezîr ji bo operasyona 17ê çileya paşîn a hat lidarxistin de jî got: "Ez dixwazim li vê dera bala we bikşînim ser vê yeke. Piştî ku dema bi çekan derbekirin bi dawî bû hin aktorên pergala serwêrîsiyê xwestin ku mudaxeleyî darazê bikin. Dema ku em ji operasyona 17ê çileya pêşîn re dibêjin ev derbeye hin kesên ji hundir û derveyên welêt vê yekê qebûl nakin. Belê vê yekê baş bizanibin ku operasyona 17ê çileya pêşîn teşebbusa derbeyê ye û hat xwestin ku bi destê darazê bê kirin.
Serokwezîr got ku heke wan li hemberî operasyonên 17 û 25ê çileya pêşîn li ber xwe nedana, wan kesan bi rêya darazê ve xwestin derbeyê bikin wê hikûmeta ku bi rayên gel ve hatiye hilbijartin jî dê ji desthilatiyê dûr bixistina.
Erdogan axaftina xwe wiha domand: "Ez li vê dera bangî hakim û dozgerên ku li vî welatî xwediyê wijdanê ne û jêhatîne dikim. Di vê heyamê de barê ser milê we gelek giran e. Ji bo Xwedê bixebitin û bi wêrektiya xwe ve nûnerên vê rêxistina paralel hûn têk bibin.
"Em ê qeydikan ji holê rakin"
Ez niha bangî wan kesên ku heta îro dane pey Pensîlvanyayê dikim, ez di bextê we de me xwe nekin xulamê tu kesî. Ji bilî evdîtiya ji Xwedê re evdîtiya tu kesekî din ji we re nehatiye emirkirin. Li Tirkiyeyê çeteya herî dawîn çeteya paralel e."