Hevserokê HDPê Ertugrul Kurkçu daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku ev roja duyem a grevê ye.
Kurkçu diyar kir ku ew gihîştine armanca xwe. Xêynî parlamenterên MHPê, gelek parlamenteran û raya giştî piştgirî daye wan.
Kurkçu got ku ji ber lêpîrsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê hîkumetê bala xwe daye ser lêpirsînê û wiha got. "Ji wir hêj gavek nehatiye avêtin. Lê em îro jî dewam dikin. Bertekên erênî tên nîşandan."
Kurkçu got ku rewşa wan a tenduristiyê ji bo niha baş e û wiha axivî: "Her kes ji min dikeve şikê. Ez li xwe dinêhêrim lê pirsgirêkeke min a cidî tune. Helbet heneka vê nabe, ji ber vê em dê guh bidin gotinên bijîşkan. Lê hêj rewşeke ku divê bijîşk tiştekî bibêjin tune."