Muhammet Kurşun
10 Gulan 2018•Rojanekirin: 10 Gulan 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyip Erdogan li ser Mitînga Hevbeş got: "Halê hazir di rojeva me de tiştekî wisa tuneye lê emê bi bername û plansaziyekê kampanyaya xwe bidomînin."
Erdogan çû ziyareta Serokê Giştî yê BBPê Mustafa Destici û li ser tifaqa hilbijartinê guftûgo kirin.
Erdogan der barê îhtimala Mitînga Hevbeş di navbera AK Partî, MHP û BBPê de wiha axivî:
"Halê hazir di rojeva me de tiştekî wisa tuneye lê emê bi bername û plansaziyekê kampanyaya xwe bidomînin. Em li ser wê yekê disekinin ka emê yekîtiya xwe û hemahengiyê xwe çawa bi awayekî baştir bimeşînin."