Önder Beyter
09 Gulan 2018•Rojanekirin: 10 Gulan 2018
EDÎRNE
Namzedê CHPyê yê serokomariyê Muharrem Înce, namzedê serokomariyê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaşê li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê girtî, ziyaret kir.
Înceyê ku ji bo mitîngê hat Edîrneyê, ji bo seredana Demîrtaşê ku di çarçoveya lêpirsîna terorê da girtî ye, çû girtîgehê. Seredana Înce ya li girtîgehê qedera saetekê ajot. Hêzên ewlekariyê îzin nedan ku rojnameger di kêliya ziyaretê da derbasî hêla girtîgehê bibin.
Înce paşê ji bo ku westa xwe hilde, derbasî xaniyekî bibaxçe bû. Li vir ji bo pirsa rojnamegeran a "Hûn ê der heqê hevdîtina xwe ya ligel Demîrtaş çi bêjin?", Înce wiha got, "Bihêlin ez bêhna xwe bidim û zikê xwe têr bikim. Ezê di mitîngê da eşkere bikim."
Rojnamegeran pirsa xwe dubare kirin, Înce jî wiha axivî:
"Min bi birêz Karamollaoglu, birêz Akşenerê û bi birêz Demîrtaş ra hevdîtin pêk anîn. Ez dixwazim bi hemû namzedan ra hevdîtinê pêk bînim û ez serketinê dixwazim. Duh bi şev ji meqamê Erdoganî geriyan, ji bo îro saetek destnîşan kirin, lêbelê ji ber mitînga Edîrneyê çênebû. Ez dibêm qey emê sibê rûnên."
Înce wê li Edîrneyê di saet 16.00an da beşdarî mitînga partiya xwe bibe.