ANKARA
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Çapemeniyê hat dayîn, qanûnên navborî ên ku Serokomar Erdogan ew tesdîq kirin li gor benda (a) fiqreya duyemîn a madeya 104emîn û fiqreya yekemîn a madeya 89emîn a Destûra Bingehîn ji bo weşanê şandin Serokwezîrtiyê.
Di Qanûna Budçeya Birêvebiriya Navend de di budçeya 2015an de 520,4 milyar lîre mesref û 499,5 milyar lîre dahat hat pêşdîtin.
Ji bo îdareyên kamûyê yên di çarçoveya budçeya giştî de 464 milyar û 163 milyon û 399 hezar lîre, ji bo îdareyên budçeya wan taybet in 53 milyar û 69 milyon û 588 hezar lîre û ji bo saziyên verastker û kontrolker jî 3 milyar û 212 milyon û 692 hezar lîre bi tevahî 520 milyar 445 milyon lîre pere hat dayîn.
Dahatên budçeya giştî wek 442 milyar û 586 milyon û 345 hezar lîre, dahatên budçeyên taybet 7 milyar û 789 milyon û 211 hezar lîre dahata wan bixwe, 45 milyar û 894 milyon û 85 hezar lîre jî arîkariya xezîneyê bi tevahî 53 milyar û 683 milyon û 296 hezar lîre hat diyarkirin. Dahatên saziyên verastker û jî 3 milyar û 192 milyon û 332 hezar lîre dahata wan bixwe, 20 milyon û 260 hezar lîre jî arîkarîya xezîneyê bi tevahî 3 milyar 212 milyon û 692 hezar lîre hat pêş dîtin.
Tevahiya dahata budçeyê wek 499 milyar û 482 milyon lîre hat hesapkirin. Fînansmana net a îdareyên ku budçeya wan taybet in jî wek 55 milyon û 964 hezar lîre hat texmînkirin.