Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Îbadî, bi firokeya rê hewayên Iraqê, hat Enqereyê.
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz, Serbalyozê Enqereyê yê Iraqê Talal Cemîl Salih Hasan el-Ubeydî û erkdarên din, li Balafirgeha Esenbogayê, Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Îbadî û lijneya gel wî pêşwazî kirin.
Îbadî, di çarçoveya ziyareta Tirkiyeyê de, dê pêşî here serdana Anitkabîrê û piştre dê bi Serokê TBMMyê Cemîl Çîçek re bê bal hev. Serokwezîr Ahmet Davutoglu dê li Avahiya Navend a Serokwezîriyê bi merasimekê Îbadî pêşwazî bike. Davutoglu û Îbadî dê beşdarî rûniştina Konseya Hevkariya Stratejîk ya Paye Bilind bibin. Piştî rûniştinê dê civîna çapemeniyê ya hevpar bê lidarxistin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dê Serokwezîrê Iraqê Îbadî, li Qesra Serokomariyê qebûl bike.