Fatih Gazioğlu
25 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Heyder el Îbadiyê Serokwezirê Iraqê qebûl kir.
Hevdîtina li Kulliyeya Serokomariyê ji çapemeniyê re girtî hat kirin bi qasî 30 deqîqeyî berdewam kir.
Piştî hevdîtinê civîna di navbera heyetan de bi serokatiya Serokomar Erdogan û Serokwezîr Îbadî dest pê kir.
Serokomar Erdogandi civînê da wiha axivî: "Hikûmeta navendî bi gavên ku herî dawîn avêt hema hema temamiya welêt ji DEAŞa rêxistina terorê paqij kir û tenê qederê ji sedî 15-20ê welêt maye. Ez hêvî dikim beşên mane jî wê ji DEAŞa rêxistina terorê bên paqijkirin. Wek mayîn haya me jê heye PKKya rêxistina terorê ji ber vê firsendê li Iraqê dixwaze hebûna xwe xurt bike. Wekî Qendîl û Şengalê li van herêman jî PKK heye. Wek Tirkiye em amade ne li van deran têkoşînê di nav her cure hevkariyê da bimeşînin."
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Berat Albayrak, Wezîrê Geşedanê Lutfî Elvan, Wezîrê Daristan û Karên Avê Veysel Eroglu, Berdevk û Sekreterê Giştî yê Serokomariyê Îbrahîm Kalin, Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan û rayedarên din beşdarî qebûlê bûn.