Önder Beyter
25 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2017
ANKARA
Wezîrê Yekîtiya Ewropayê (YE) û Sermizakerevan Omer Çelîk wiha got, "Birîna alîkariyên IPAyê (alîkariyên darayî yên YEyê yên beriya endambûnê) nayê wateya tu tiştî. Bilêvkirina vê yekê jî wê kredîbîlîteya YEyê bişkêne."
Çelîk bû mêvanê Maseya Edîtorên AAyê û bersiv da pirsên der heqê rojevê da.
Wezîr Çelîk der barê babeta mizakereyên Tirkiyeyê yên ligel YEyê da wiha got, "Modela Ewropayê ya ku nikare pirsgirêkên xwe çareser bike, heke tekane biryara wê bi Tirkiyeyê re birîn an jî dan sekinandina mizakereyan be, ev xwekuştin e. Herwiha birîna alîkariyên IPAyê ku YE wekî piştevaniya darayî beriya endambûnê dide, nayê wateya tu tiştî. Bilêvkirina vê yekê jî wê kredîbîlîteya YEyê bişkêne."
Sermizakerevan Çelîk der barê pêşniyaza şirîkatiya biîmtiyaz ya YEyê da jî wiha got: "Em ji vê ra dibêjin pêşniyaza derîexlaq. Nêrîna Awistiryayê ya dijî Tirkiyeyê ez nikarim li gor analîzeke siyasî diyar bikim. Ev tişt ji xwe re êdî bitemamî kirine tiştekî psîkiyatrîk."
Wezîr Çelîk der barê referanduma Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) da jî wiha xeberda, "Barzanî bi biryara vê referandumê va zilma herî mezin li kurdan kir. Barzanî ev gav ji bo kurdan neavêt. Barzanî ji bo ku serokatiya xwe hilde bin garantiyê ev gav avêt."
Çelîk ji bona pêşniyaza Barzaniyê Serokwezîrê HKIyê ya sekinandina biryara referandumê wiha got, "Ev tenê ji bona taktîkê ye. Heger biryara referandumê bide sekinandin çi dibe û heger nede sekinadin wê çi bibe... Heta bi eşkereyî nebêje 'ev di hikmê tunebûnê da ye' û paşva nekşîne nabe, divê bibêje encama vê ev e."