Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi têlefonê, li ser mijara Ukraynayê axivîn. Erdogan got, em Tirkiye girîngiyê didin tirkên tatarên li Qirimê dijîn û em naxwazin di bin bandora qeyrana li Ukraynayê pêk tê de bimînin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokwezirtiyê hatin bidestxistin, Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn êvarê bi telefonê axivîn.
Her du serok di serî de li ser hevkariya vejen û bazirganiyê axivîn û pişt re jî li ser geşedanên Ukraynayê yên di rojên dawî de pêk hatin fikr û ramanên xwe parve kirin.
Serokwezîr Erdogan ji Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn re got em Tirkiye girîngiyê didin tirkên tatarên li Qirimê dijîn û em naxwazin di bin bandora qeyrana li Ukraynayê pêk tê, de bimînin.
Serokwezîr Erdogan li Avahiya Serokwezîrtiyê ya Navendê têlefonî Pûtîn kir û axaftinê nêzîkî 25 deqîqeyan dewam kir.