18 Îlon 2016•Rojanekirin: 18 Îlon 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ber 19ê Îlonê Roja Xaziyan peyamen weşand.
Erdogan di peyama xwe de behsa girîngiya mijara xazayê û xazibûnê kir û wiha got: "Di rihê vê erdnîgariyê de, di her kevirê vê welatî de, di hemû axê de xwîna milyonan şehîd û xaziyên ku nav û nîşaneya wan nayê zanîn heye."
"Ev gel, gelê xazî ye"
Erdogan destnîşan kir ku di dîrokê de gelek şer, pevçûn li ser vî erdnîgariyê çêbûne, lê gelê vê erdnigariyê ji bo îstiqbal û dahatûya xwe her tim di teyakuzê de tevgeriyane.
Serokomar Erdogan got ku gelê ku duh di şerên eniyan de xwedî li dahatûya xwe derdiket îro jî li hember terorê têkoşînê dide û wiha dewam kir: "Vî gelê ezîz di 15ê tîrmehê de rê li ber hewldana derbeyê girt û bi canê xwe ve ev hewldan asteng kir. Ev jî nîşan dide ku hişmendiya xazayê çiqas girîng e. Ev gel gelê xazî ye. Ev welat emanetê şehîd û xaziyan e. Em ê mîrata şehîd û xaziyan bi tevgereke ku layîqê wan be bigîhînin nifşên nû. Ez her yek şehîd û xaziyekî, hemû qehremanên ku navê wan nayê zanîn, lê ev ax ji me re kirine welat re spasiyan dikim. Xwedê ji wan razî be. Bi vê wesîleyê ve ez salvegera nîşaneya "muşîr" û "xazî" ya ku ji ber serokatiya têkoşîna îstiklalê dane Xazî Mustafa Kemal û Roja Xaziyan bi dil û can pîroz dikim. Ez ji hemû xaziyên me re spasiyên xwe pêşkeş dikim."