08 Îlon 2016•Rojanekirin: 08 Îlon 2016
ANKARA
Serokwezîr Yildirim: "(Ji xeberdana ji bo waliyan) Ji kerema xwe divê li bajarên me, li navçeyên me û yan jî li gundên me destûrê nedin ku mijara sereke ya di rojevê da bi tenê teror be. Em heke vê yekê bidomînin bi zanayî yan jî bi nezanî em wê demê xizmetê ji armanca rêxistinên terorê ra dikin. Hewcedariya milet bi moralê heye."
"(Ji waliyan ra) Ji kar û barên qadê tu yek bê xeletî nayê kirin. Vê ji bîr mekin. Ez yekî wek ji nav van kar û xebatan hatime diaxivim. Heke hûn ji bo kar li gor usûl, şikl yanê bê qisûr bikin, hûnê nikaribin kar bikin. Hûnê ji vana yekê vebijêrin. Gelo hûnê kar bikin an mewzûatê biparêzin? Heke mesele berjewendiyên miletê me welatê me be, xeletiyan bikin; lê xayintiyê mekin. Ji bo xeletiyan cihê me heye; lê cihê xayintiyê tuneye."
"Misteşariya Serokwezîriyê di serî da emê li hemû bajarên xwe cihekî wek "navenda qeyranê" ava bikin. Yanî di van mijaran da ew kesên ku difikirin li wan neheqî hatiye kirin, emê bibêjin hûn tespîtên xwe bikin û bi wesîleya wê şaxê agahiyan berhev bikin. Bêguman hesabê xelet ji Bexdayê be jî paşve tê. Heke xeletî hatibe kirin, heke karekî ku li gor edalet û hiqûqê nehatibe kirin piştî ev operasyon temam bûn wê bên nirxandin û heke xeletiyek hebe jî wê bê verastkirin."
"(Lêpirsînên der barê FETOyê da) Me di serî da qebûl kir ku ev meseleyê ji sedî 100 rast neyê kirin. Ji ber ku rêxistin, rêxistineke girtî ye. Rêxistin ne eşkere ye."
"Ji bo ku wijdana civakê aciz neke û kes nebêje 'yaw qet ev jî tê kirin' dibê hûn bi hûrgilî bixebitin. Ez carekê dîsa dibêjim, di vir da pîvana me eşkere ye. Me di serî da got 'pîvan piştî 17-25ê berfanbarê ye, beriya 17-25ê berfanbarê ji bo me girîng nîne.' 17-25ê berfanbarê ew tarîx e ku rêxistinê biryar da ku bi dewletê ra gulaşê bigre. Piştî wê rojê kê têkiliya xwe ya bi wê rêxistinê ra domandibe bi wan ra xebitî be tu carî mezur neyên dîtin û miemeleya mesuman li wan neyê kirin."
"Hûn çawa girîngiyê didin ewlehiyê bi heman awayî girîngiyê bidin cendirmeyan jî. Heger hêza herduyan bigihêje hev wê li bajaran hizûr, aramî û ewlehî çêbe. Heger di navbera herdu saziyan da kordînasyon tunebe valahî çêdibe. Wê çaxê pirsgirêkên mezin derdikevin. Rica dikim di vê mijarê da hesas bin."
"(Ji xeberdana bo walîyan a di mijara têkoşîna dijî terorê da) Hûnê bi şev û bi roj, havîn û zivistanê li pişta stuyê wan bin. Heke hewce bike emê bi rêgezên wan bi wan ra têbikoşin. Emê heman rêgezan bi kar bînin lê divê teqez û teqez em vê mijarê di nav mijarên rojeva Tirkiyeyê da daxin asta herî jêr. Ev yek dibe sedema derengmayîna projeyên me, hewlên me yên pêşketinê paşve dixe û mixabin dibe sedema guherîna hedefên me."