DIYARBAKIR
Alîkara Serokê Giştî ya BDPyê Gultan Kişanak der barê biryara Dadgeha Bilind a ji bo parlamentara Îstanbûlê ya HDPê Sebahat Tûncel de wiha got: "Ev rasterast midaxeleyeke li dijî siyasetê ye, hewldaneke pêşî li bergirtina siyaseta demokratîk e."
Şaredariya Kayapinarê ji bo 34 kesên ku 2 sal berê li gundê Gulyaziya girêdayî navçeya Ûlûdereya Şirnexê bi bombeyên balafirên şer hatibu kuştin, li Parqa Rojavayê Abîdeya Roboskiyê çêkir. Komeke ku Kişanak jî di nav wan de bû beşdarî vekirina vê abîdeyê bûn.
Kişanak piştî vekirinê daxuyanî da rojnamevanan û li dijî biryara Dadgeha Bilind a ji bo Sebahat Tûncel bertek nîşan da û destnîşan kir ku ev biryar ne hiqûqî ye.
Kişanakê diyar kir ku ev biryar li dijî hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan hatiye avêtin û wiha got: "Ev rasterast midaxeleyeke li dijî siyasetê ye, hewldaneke pêşî li bergirtina siyaseta demokratîk e. Birêz Serokwezîr dibêje ku îro polês û dad hevkariyê dikin û midaxeleyî siyasetê dikin. Xwezî 4 sal berê bigota. Wexta ku serokên şarederiyê, parlamenterên me û rêvebirin partiya me dihatin derdestkirin vê bigota. Nêzî 7 hezar kes girtîne. Em bi operasyoneke siyasî ve rû bi rû ne. Hikûmet îro ji bo ku bi vê re rû bi rû maye vê dibêje. Lê tenê li meydana bi siyasetkirina vê nikare ji vê rewşê rizgar bibe. Berpirsiyarî ya hikûmeta AK Partiyê ye. Heke AK Partî bixwaze dikare li parlamentoyê guherandinan bike û siyaseta demokratîk bigire bin ewlehiyê."