Kom li Parka Kuguluyê li hev civiya û pankartên ku li ser "idam ne îslamî ye, idam ne mirovahî ye, em idaman bi nefretê ve şermezar dikin" nivîsandî bû vekirin. Koma ku di destê wan de alayên BDPyê hebûn, slogan berz kirin û ber bi Balyozxaneya Îranê ve meşiyan.
Hevserokê Bajêr ê Enqereyê yê BDPyê Ahmet Aday daxuyand ku ew ji bo ku idamên rejîma Îranê şermezar bikin kom bûn û wiha axivî:
"Rejîma Îranê dîsa ciwanên kurd, belucî û ereban idam dike. Rejîma Îranê ya reş hîn jî sûcên mirovahiyê dike. Îran hîn jî ciwanên kurd ji ber sûcê 'Li hember Xwedê dijminatî' idam dike. Îran di vê demê de jî xwe dixe şûna Xwedê û mirovan dikuje."
Komê piştî daxuyaniyê slogan berz kir û çelengeke reş a ku li ser "ji idaman re na" nivîsandî bû danî li ber deriyê Balyozxaneya Îranê. Kom piştî çelengdanînê bê bûyer belav bû.