Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo pirsa der heqê biryara îdamê ya ji bo Serokomarê hilbijartî Mihemed Mûrsî yê ku bi cûntayê ji wezîfeyê hat dûrxistin û 106 kesan de wiha got: "Li Yekîtiya Ewropayê îdam qedexe ye. Heke ku li Yekîtiya Ewropayê îdam qedexe be, ey welatên endamên Yekîtiya Ewropayê, hûn çima dengê xwe dernaxin, hûn çima xebernadin? Daxuyaniyên ku kirdeya wan tune tên kirin, pir watedar in."
Serokomar Erdogan li dû civîna hevpar a çapemeniyê ya bi Serokê Konseya Serokatiya Dewleta Bosna Hersekê Mladen Îvanîç bersiva pirsên rojnamegeran da.
Li ser pirsa, "Li hemberê biryara îdamê ya li Misrê ya ji bo Mûrsî û 106 kesan dîplomasiya têlefonê hat meşandin. Hatibû destnîşankirin ku di asta NYyê de hewleke Tirkiyeyê wê çêbe. Gelo di asta NYyê de hewlekê dest pê kir, Tirkiye li ser vebijêrkeke çawa disekine?", Erdogan got ku ew di serî de li hemberê hewla cûntayê ya li Misrê sekinîn û wiha pê de çû:
"Ji ber ku wekî welatekî ku baweriya xwe bi demokrasiyê aniye û wekî siyasetmedarekî ku bi demokrasiyê bawer e jixwe pêkan nebû ku em hewleke bi vî rengî a cûntayê qebûl bikin. Di rastiya xwe de hatina vê rojê ji duhê kifş bû. Çi qewimî? Wa ye derbeker ne bi vê biryara we ya dawîn, a niha biqasî sedan, bi hezaran însan mehkûmê îdamê kirine. Lêbelê herî dawî Serokomar Mûrsiyê ku bi piştgiriya ji sedî 52 dengên xelkê ve hatibû serî, mehkûmê îdamê kirin. Min her wext li hemû platformên navneteweyî anî ziman ku ez derbeker Sîsî wekî Serokomar qebûl nakim. Ez îro jî heman tiştî dibêjim. Ez li vir jî dibêjim, li cem min Serokomarê Misrê ne Sîsî, Mûrsî ye. Ez wisa lê dinêrim."
Serokomar Erdogan wiha domand:
"Li Yekîtiya Ewropayê îdam qedexe ye. Heke ku li Yekîtiya Ewropayê îdam qedexe be, ey welatên endamên Yekîtiya Ewropayê, hûn çima dengê xwe dernaxin, hûn çima xebernadin? Daxuyaniyên ku kirdeya wan tune tên kirin, pir watedar in. Çi ye? 'Biryara îdamê ne rast e.' Li holê failek heye, kî ye ev kirde? Mûrsiyê ku bi ji sedî 52yan ve hatiye hilbijartin e. Çima hûn der barê vê de daxuyaniyê nadin. Em li benda vê ne. Ez li vir jî dixwazim ku dubare bînim ziman, a niha Wezareta me ya Karên Derve gav avêtiye û emê di asta NYyê de jî van gavan bavêjin û bibin şopînerê vê mijarê."
- "Ev tehrîkek bû"
Serokomar Erdogan li ser pirsa, "Li Edene û Mêrsînê du êrîşên bibombe hatibûn kirin. Gelo ji bo girtina kiryarên van êrîşan xebat heye da ku werin girtin? Piştî van bûyeran HDPê daxuyanî da û ji aliyê siyasî va berpirsiyariya bûyerê kir stûyê we û hikûmetê, hûn ê ji bo van çi bibêjin?" wiha got:
"Wezareta Karên Navxweyî vê gavê kesek, ez wek bersûc bibêjim, tesbît kiriye û teqîbkirina vî karî dewam dike. Binêrin, ji serê pêvajoyê û heta niha min jî bang kir ku hilbijartin di nav aramiyê da derbas bibe, pirsgirêk dernekevin û kampanya wisa bên kirin. Hikûmetê jî wiha got. Ecêb e ku, şaredariya partiya ku em behs dikin, li Wanê wêneyên ku xwîn ji mûslixan diherike bi bîlboardan û rawestgehên otobêsan va kirin. Ev tehrîkek bû û min jî hikûmetê jî bertekên pir cidî da nîşanê vê. Ez hefteya borî li Wanê bûm. Min lê nihêrî ku wêneyên ku di mûslixan da xwîn diherikîn hatine rakirin, wêneya mûslixên ku av ji wan diherike hatine daliqandin. Min jî jixwe ew gotibû. Ji mûslixan xwîn narije. Ji mûslixê an ava bi herî û şêlû tê, an ava zelal tê an jî qet av jê nayê. Lewra dema ku ez bûm Şaredarê Stenbolê mixabin ne ava zelal, ne ava şêlû dihat. Tenê 'dengê tisê' dihat. Paşê me ji mûslixan ra av da anîn, ew e ku hê av tê."