HPGya ku şaxa çekdar a PKKê ye, ji welatiyan ra name şand û wiha gef lê xwar: "Heke di malbata we da reyek ji AKPê ra an jî ji partiyên din ra derkeve, hûn bizanibin ku hesabekî me yê mezin jî wê hebe"
Bi nêzîkbûna Hilbijartinên 7ê Hezîranê va HPGya ku şaxa çekdar a PKKê ye, li hin bajarên başûrrojhilat welatî tehdît kirine ku welatî reya xwe nedin AK Partiyê an jî partiyên din.
Di nameyên ku mohra HPGê li ser hene da welatiyên ku bi namzedên parlementeriyê yên AK Partiyê ra hevdîtinê dikin û wan di malên xwe da diezimînin wiha tehdît dikin:
"Em der heqê mijarekê da tê nagihêjin. Ango AKP ew qas qirêj bûye, çawa dibe ku hûn ligel wê ne. An hûn fêm nakin an jî pereyan dirêjînin û hûn pê standine. Heke ev bihîstina me rast be, divê hûn bizanibin ku em ê wî pereyî di pozê we ra bînin.
Heke di malbata we da reyek ji AKPê ra an jî ji partiyên din ra derkeve, hûn bizanibin ku hesabekî me yê mezin jî wê hebe"