Arîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Abdulhamît Gul diyar kir ku heke HDP di bin bendê de bimîne ev yek dê bandorê Pêvajoya Çareseriyê neke û got "Ez wisa difikirim ku heke HDP di bin bendê de bimîne dê Pêvajoya Çareseriyê bi awayekî baştir pêş bikeve."
Gul daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku li Gazîentabê di van rojên dawîn de hin kes mal bi mal digerin û tehdîdên wekî "Heke hûn deng nedin HDPyê dê wiha be" dikin.
Gul parast ku HDPyê di van demên dawîn de giraniya xwe da ser "çek û tehdîdê" û ev tiştên ku diqewimin wekî "panîka di bin bendê de mayînê" nirxand.
Gul axaftina xwe wiha berdewa kir:
"Birayê Selahattîn Demirtaşê Hevserokê Giştî yê HDPyê li Qendîlê bi terorîstên ku guleyan berdidin leşkerên tirk re ye. Tu carî nayê qebûlkirin ku kesekî wiha û kesekî ku li hember rewşeke wiha bêdeng dimîne bi çîroka Tirkiyebûnê bê ambalajkirin û makyajkirin. Li Tirkiyeyê bi awayekî eşkere hewl didin ku mirovan bixapînin. Di bûyerên Kobanêyê de kesê ku her der da ber agir û bû sedemê mirina 50 welatiyên me Demirtaş e. Berî her tiştî heta ku ji gelê Tirkiyeyê lêborînê nexweze bi tu awayî mafê wî tune ku deng bixwaze. Ez wisa bawer dikim ku di serî de kurd dê hemû welatiyên me li sindoqê li ser makyaja HDPyê ya ku dikeve hilbijartinê dersa ku hewce dike bidin wan."
Gul destnîşan kir ku li Tirkiyeyê tu kes bi tehdîdan nikare bigihêje tu derê û got her kes divê li hember encama ku ji sindoqê derket rêzê bigire.
Gul bal kişand ku HDP wek partî ketinahilbijaritnê wekî biryara xwe lanse dike û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Heke HDPê biryar dabe ku wek partî bikeve hilbijartinê dê encamên wê jî qebûl bike. Berê jî bi dehan partî di bin bendê de man. Jixwe yê ku divê encamê qebûl bike HDP bi xwe ye. Heke di bin bendê de bimîne tu tişt nabe, Pêvajoya Çareseriyê dê bi biryardarî berdewam bike. Komara Tirkiyeyê nîzama kamûyê tu carî bernade destê wan kesên ku welatiyan tehdît dikin. Di vê mijarê de her cure bergiriyan digire. Jixwe bi helwesta HDPyê ya van demên dawîn bi awayekî eşkere hat dîtin ku bi tu awayî piştgirî nade Pêvajoya Çareseriyê û dê nedê jî. Ji ber wê ez wisa bawer dikim ku heke HDP di bin bendê de bimîne Pêvajoya Çareseriyê dê baştir pêş bikeve."
- "Heta MHP jî ji bo ku HDP ji bendê derbas bibe hewl dide"
Gul diyar kir çiqasî hilbijartin nêz dibe ew qasî şahidiya tehdîdan dikin û got dibînin ku hem beriya hilbijartinê hem jî di dema hilbijartinê de şaîbe û tehdît dê berdewam bikin.
Gul MHPyê jî rexne kir û wiha axivî: "Her kes dibîne. MHP jî bi tu awayî HDPyê rexne nake. Hema bêje heta MHP jî hewl dide ku HDP ji bendê derbas bibe, CHP jî wisa ye, rêxistina paralel jî wisa ye. Hemû partî ji bo ku "AK Partî biçe" di nav kampanyayê de ne."
Gul parast ku HDP tevgereke wisa ye ku bi nirxên gel re şer dike û destnîşan kir ku bi geşedanên dawîn maskeya HDPyê ket û wisa difikire ku dê ji bendê derbas nebe.
Gul qal kir ku di maweya xebatên hilbijartinê de li çarşî û bazaran bi gel re tê bal hev û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"HDP berî her tiştî bûye partiyeke wisa ku gelê kurd tehdît dike. Di salên 90î de nêrîna dewleta tehdîtker a ku gund didan valakirin hebû, niha jî HDPya ku bi çekan gundan tehdît dike heye. Hêmana yekemîn a ku gelê herêmê tehdît dike bûye HDP. Îdiaya Tirkiyeyîbûnê ya partiyeke ku xebarên xwe yên hilbijartinê ne bi broşutan bi çekan dike, tu carî nayê qebûlkirin. Tiştekî wiha komedî ye."