Arîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan di vekirina navenda kordînasyonê ya hilbijartinê ya li Çayyoluyê ya partiya xwe de axivî. Akdogan diyar kir ku ji hilbijartinê re zehf hindik maye û divê vê baş binirxînin û got 7ê hezîranê dê bandorê dahatûya Tirkiyeyê bike.
Akdogan got "Mesele ew nîne ka kîjan partiyê çiqas deng girtiye" û destnîşan kir ku mijara dahatûya Tirkiyeyê dê çawa be girîngtir e.
Akdogan destnîşan kir hewl didin ku di vê hilbijartinê de jî plana kaosê tetbîq bikin û wiha axivî: "Serlîstikvanê vê yekê jî HDP ye. HDPyê wekî partî xistin hilbijartinê niha jî di nav hêviyeke wekî 'Heke HDP ji bendê derbas bibe em dibe ku bi awayekî AK Partiyê asteng bikin' de ne. HDP jî xwe bi vê nêrîna wesayetker û derbexwaz dide bikaranîn. Di serî de rêxistina paralel ev di heman demê de dijminê pêvajoya çareseriyê ne. Li holê paradokseke mezin heye. Mirov jî vê dipirsin: Madem ev dijminên pêvajoya çareseriyê ne, rêxistineke dijminê nêrîna HDPyê jî ne, gelo çima îtifaqeke wisa du alî heye ew çax?"
Akdogan qal kir heke HDP ji bendê derbas nebe dê alozî derkevin û got ji niha ve hin tehdîtan dikin û ev qet li demokrasiyê nayê.
Yalçin Akdogan da zanîn heke HDP ji bendê derbas bibe jî fikra "Em ê bi awayekî hikûmetê dûr bixin, li Tirkiyeyê dê qeyran derkeve, koalîsyon jî nayê avakirin, hikûmet nayê avakirn, dê kaosek derkeve û vir keêsn ku bêriya wesayetê kirine dê pergala wesayetê ava bikin. HDP jî di wê aloziyê de bi awayekî ez ê xweseriya xwe îlan bikim." heye.
Akdogan daxuyand ku ev planeke wisa ye ku li ser têkçûna Tirkiyeyê hatiye avakirin û ji HDPyê pirsa "Heke AK Partî nebe dê kî bikaribe Pêvajoya Çareseriyê bike? Gelo derfeta te heye ku tu bê îqtidarê? Na. Ev CHPya neteweperest û MHPya ku bi awayekî kategorîk li dijî Pêvajoya Çareseriyê derdikeve dê vê karê bike? Nake. Dê kî bike? Dê bersiva vê bide." pirsî.
-"Ji bo ku Ocalan pasîfîze bike daxuyan da"
Akdogan qal kir ku îro di hin rojnameya de gotinên wekî "Serokomar tevî bû ka dê li Dolmabahçeyê kî li ku rûnê, mudaxaleyê kesên di nav lijneya şopandinê de kir, got bila ev nebe ew be" yên her wekî ku Selahattîn Demirtaş gotine cî girtin û wiha axivî:
"Ev hemû ji binî ve derew in. Tu karê Serokomar tune dê reba tevî be ka kî li ku rûdinê ne wisa? Dê tevî ba ka kî dê kî cî bigire kî cî negire? Ev ji ber hîn bûne ku bi bikaranîna navê Ocalan agahiyên xelet bidin civakê niha ji ser navê Erdogan dest bi derewan kirin. Ez dixwazim ku bi taybetî vê destnîşan bikim, ev yek nîşaneya wê ye ku ev li dijî pêvajoya çareseriyê ne. Ocalan di 4ê sibatê de telîmat da, 'Bila PKK kongreya çekberdanê bicivîne' Hêj ku lijne ji Îmraliyê nû vegeriyabû Selahattîn Demirtaş daxuyaniyeke wekî 'Bila tu kes nekeve nav hêviyeke wisa ku dê daxuyaniya ku dê rojên pêşiya me de bê dayîn bibe sedemê geşedanên gelekî mezin, rûtîn berdewam dike.' da.
Akdogan wiha dewam kir: "Ango ji bo ku Ocalan pasîfîze bikin, peyama wî bêwate bikin, ji bo ku banga çekdanînê vala derxînin daxuyanî da. Telîmata devkî da tê nekir, metna nivîskî şand te nekir, metna bi îmze şand te nekir, sê hefte Ocalan tune hesibandin û daxuyanî nedan. Çekdanîn ne li gor berjewendiyên wan bû, herî dawî mecbûr man û metn xwendin. Dibe ku tu li hember Îmraliyê bibî Brutus lê bila tu kes li bendê nebe ku em li hember Erdogan bibin Brutus. Me û xwe yek nebînin. Îro jî derketiye û dibêje ku 'Tu eleqeya HDP û Ocalan tune, serokê wê nîne tiştek nîne' Dixwazin bibêjin 'Em telîmatê nastînin' Pekî heke hûn telîmatê nestînin ev lijne çima diçe Îmraliyê? Gelo ji bo seyranê diçe? Ango telîmata Ocalan ber guhê we nebe, tu qîmeta gotina wî tune be hûn çima diçin Îmraliyê? Hûn kêrî çi tên?"
-"Demirtaş ji moderatorên Koma Dogan bêtir derdikeve televîzyonê"
Akdogan diyar kir ku HDPyê qubleya xwe ziviran Nîşantaşiyê, di nav îtifaqeke nû de ye û wir jî navên "PKK, Qendîl, Ocalan" derbas nake û wiha axivî: "Dîmeneke cuda didin vê aliyê. Çi ye , Robîn Hood e qaşo. Robîn Hood ligel feqîran bû, gelo tu ligel kî yî? Tu legel cemeata Nîşantaşiyê yî, tu bûyî tirkê spî. Patronên çapemeniyê, axayên sermayeyê bûn rêhevalên te. Selahattîn Demirtaş ji moderatorên Koma Dogan bêtir derdikeve televîzyonê. Ango heke pêşkeşvan bûye ev qas dernediket. Tam hewldanekeji bo pêşderxistin û îmajê ye."