02 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2017
ANKARA
Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomariyê di rojnameya Daily Sabahê da gotareke bi navê "Piştî DEAŞê li Sûriyeyê dora çi ye?" nivîsand.
Kalin di nivîsa xwe da bal kişand ser xeberdana Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ya 24ê mijdarê bi rêya têlefonê hat kirin û wiha got: "Trump bersiveke erênî da û destnîşan kir divê Amerîka ji zû va alîkariya leşkerî ya dide YPGyê qut bikira. Lê çend roj bi şunda daxuyaniyên siyasî ji Pentagonê hatin. Daxuyaniyên Washingtonê yên cuda nîşan dide di nav rêvebiriya Amerîkayê da dubendî heye."
- "Dixwazin terora PKKyê romantîze bikin"
Îbrahîm Kalin diyar kir bi alîkariya li Sûriyeyê didin PYD-YPGya rêxistina terorê dixwazin dijî DEAŞa rêxistina terorê wek hêza herî xurt nîşan bidin û wiha got: "Ji bona piştrastkirina van îdiayan 2 sal in wêneyên jinên di sefên YPGyê da şer dikin di medyaya Amerîkayê da bûn nûçe. Bi van nûçeyan sûcên li Sûriyeyê bi destê PKK û YPGyê tên kirin hatin veşartin. Dixwazin terora PKKyê romantîze bikin."
- "Her çeka ji YPGyê ra tê şandin emrê PKKyê dirêj dike"
Kalin destnîşan kir pêvajoya ku diqewime ji bona axa Sûriyeyê û ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê talûke ye û wiha got: "Çawa Amerîkayê PYD-YPGyê emiland, PYD-YPGyê jî Amerîkayê ji bona berjewendiyên wxe emiland. Îtirazên Tirkiyeyê di cî da ne. Lewra her cure alîkariya didin PYD-YPGyê di heman demê da ji PKKyê ra diçe û ji bona ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê talûke ye. Yanê her çek û guleya didin YPGyê emrê PKKyê dirêj dike."