02 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2017
ANTALYA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu got, "FETO di nav misyonên Amerîkayê yên li Tirkiyeyê da jî bi cî bûye. Di daraz û kongreya Amerîkayê û di hemû saziyan da jî bi cî bûye. Bi rêyên curbecur, legal yan jî îllegal. Em vê evqasî bi eşkeretî dibêjin."
Çavuşoglu di merasima hîmdanîna Navenda Kongreyê ya Gazîpaşayê ya ku ew ê bi destê Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê were çêkirin da diyar kir ku hîmê Bendava Gokçelerê ji vir 3 sal berê hat avêtin, bi bendavê va bi hezaran hektar erdê bê evdan, pêşî lehiyan bê birîn û ava vexwarinê bê temînkirin.
Wezîr Çavuşoglu destnîşan kir ku li dervayê welêt hêza herî mezin a li pişta wan 80 milyon welatiyên Tirkiyeyê ne, dibê wek Tirkiye zehf mezin bibe.
Çavuşoglu got ku gelek tengasiyên derketin pêşiya wan çareser kirin, her tim li ser piyan disekinin û têkoşînê didin, di vê rêwitiya ku pê bawer dikin da ji bo gel dimeşin û hetanî îro çavên xwe nedan hev, li pişt xwe nezivirîn û gavek paşda neavêtin.
- "Em dizanin FETO dixwaze li Amerîkayê çi bike"
Wezîr Çavuşoglu diyar kir ku îro jî di gelek qadan da têkoşînê didin û wiha pê da çû:
"Haya me ji hemû lîstikên li pişt me dilîzin heye. Em dizanin ku îro FETO dixwaze li Amerîkayê çi bike. Em dizanin ku FETO çito di sazî daraza Amerîkayê da bi cî bû, em vê li rûyê amerîkiyan jî dibêjin. Em li pişt tu kesî xebernadin. FETO di nav misyonên Amerîkayê yên li Tirkiyeyê da jî bi cî bûye. Di daraz û kongreya Amerîkayê û di hemû saziyan da jî bi cî bûye. Bi rêyên curbecur, legal yan jî îllegal. Em vê evqasî bi eşkeretî dibêjin. Kî FETOyê bi kar tîne ew jî tiştekî din e. Gelo FETO hinekên din bi kar tîne? Gelo FETO hin kesan di rêya xwe da bi kar tîne an hin alî FETOyê bi kar tînin? Miletê me jî vê baş dizane û dibîne."
Çavuşoglu destnîşan kir ku milet her tiştî dibîne û wiha pê da çû: "Çima FETO hin welatan tercih dike, li Afrîkayê, li Amerîkayê an jî li Ewropayê. Miletê me jî vê dizane lêbelê me sozek daye gelê xwe. Li derva an jî hundir em ê pey van xayînan bernedin, hesab ji wan bipirsin. Ev xayînan li ku derê dibin bira bibin em ê dinyayê di serê wan da bînin xwarê."
- "Hemû dinya dibîne ku rêxistineke terorê ya xeternak e"
"Niha hemû dinya dibîne ku rêxistineke terorê ya xeternak e, kîjan sîxur van bi kar tînin. Ji ber vê xwendingehên wan digrin. Çima van xwendingehan vedikin, bi xwendekarên li van xwendingehan va di saziyên van welatan da bi cî dibin, vê her kes dibîne."