Sevim Hatun
09 Tebax 2016•Rojanekirin: 09 Tebax 2016
ST. PETERSBURG
Serokê Dewleta Rûsyayê Valadîmîr Putîn got ku normalbûna têkiliya her du welatan bi xêra gelê herdu welatan e.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di hevdîtina xwe ya bi Serokê Dewleta Rûsyayê Valadîmîr Putîn de behsa têkiliyên tirkan û rûsan kir û wiha got: "Ez wisa bawer dikim ku ev gava ku me niha avêt û bi yên ku em ê biavêjin ve, em ê bikevin nav pêvajoyeke cuda. Piştî hewldana derbeya 15ê tîrmehê dema ku we wek serok telefonê me kir, him hemû heyeta me û him jî hemû gelê me kêfxweş bû."
Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn got: "Serokomar Erdogan digel bûyerên ku li Tirkiyeyê qewimîn hat Rûsyayê, ev nîşan dide ku dixwazin têkiliyên navbera her du welatan da normalîze bibin."
Serokê Dewleta Rûsyayê Valadîmîr Putîn der barê hewldana derbeya FETOyê de diyar kir ku Rûsya li hember hemû tevgerên li dijî zagonê ye û wiha got: "Ez hêvî dikim ku gelê tirk bi rêvebiriya we va dê vê pirsgirêkê çareser bike."
Serokê Devleta Rûsyayê Pûtîn got ku ji bo wî derfeta hevdîtinê ya bi Serokomar Erdogan ra dît kêfxweş e.