Önder Beyter
03 Nîsan 2018•Rojanekirin: 03 Nîsan 2018
TBMM
Serokwezîr Bînalî Yildirim der heqê hevdîtina xwe ya ligel Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî da wiha got, "Serokê Giştî yê MHPyê meseleyên welat, têkoşîna dijî terorê, xebatên li Efrînê û xebatên dijî her cure rêxistinên terorê ji nêzîk va dişopîne. Me jî zanyariyên nû pê ra parve kirin."
Yildirim piştî hevdîtina xwe ya ligel Bahçelî ya li Meclisê daxuyanî da rojnamegeran û da bibîrxistin ku MHPyê 18ê adarê roja yekşemê kongreya xwe li dar xist û wiha got, "Piştî kongreyê min ziyareteke nezaket û pîrozbahiyê kir, ev qas e, pêwîst nake ku hûn evçend bikevin tatêlê."
Ji bo pirsa "Mijareke din nehateke qisekirin?" Yildirim wiha bersiv da, "Nexêr, ma ev têrê nake?"
Serokwezîr Yildirim wiha axivî, "Birêz Serokê Giştî meseleyên welat, têkoşîna dijî terorê, xebatên li Efrînê û xebatên dijî her cure rêxistinên terorê ji nêzîk va dişopîne. Me jî zanyariyên nû pê ra parve kirin."
Yildirim ligel Cîgirserokên Koma AK Partiyê Mustafa Elîtaş, Nacî Bostanci û Mehmet Muş hat hevdîtinê, lêbelê ligel Bahçelî rûbirû rûnişt.
Piştî ku hevdîtina herdu serokan dest pê kir, Cîgirserokên Koma AK Partiyê derbasî odeya Cîgirserokê Koma MHPyê Erkan Akçay bûn û li hêviyê sekinîn ku hevdîtin bi dawî bibe.