Muhammet Kurşun
21 Sibat 2017•Rojanekirin: 22 Sibat 2017
AGRI
Hevserokê HDPyê Selahattîn Demirtaş ji ber sûcên "heqareta li rêxistin û saziyên dewletê, biçûkkirina milletê Tirkiyê û Komara Tirkiyê" bi 5 meh cezayê hepsê hat cezakirin.
Demirtaşê ku di Girtîgeha TÎpa Fyê ya Edirnê da ye, li ser Sîstema Bilîşîmê ya bi Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevlî rûniştina ewil a dozê ya li 2yemîn Dadgeha Esliye Cezayê ya Dogubeyazitê hat kirin bû.
Dadgehê li gor madeya 301/1ê ya TCKyê ji ber sûcê "heqareta li rêxistin û saziyên dewletê, biçûkkirina milletê Tirkiyê û Komara Tirkiyê" bi 6 meh cezayê hepsê da Demirtaş.
Dadgehê jiyana borî ya Demirtaş nirxand, têkiliyên wî yên sosyal, tevgerên wî yên piştî pinçavkirinê û pêvajoya darizandinê li ber berçavan girt, li ser bandora ceza ya li ser paşeroja bersûc sekinî û cezayê hepsê yê Demirtaş daxist 5 mehan.