21 Sibat 2017•Rojanekirin: 22 Sibat 2017
ANKARA
Li Sûriyeyê tevkariya navbera rejima Beşşar Esed û PYD/PKKya rêxistina terorî xurt bû. Rêxistin piştî navçeya Efrînê li Şêx Meqsûd û Hulluka herêma Helebê jî "akademiya terorê" ava dike. Rejim piştgiriyê dide vê avakirinê û milîtanên birîndar jî bi balafirên xwe dibe nexweşxaneya dewletê ya li Şamê.
Çavkaniyên emnî yên Tirkiyê, daxuyanî dan AAyê û ragihandin, hat tesbîtkirin ku balafirên rejimê terorîstên ku li navçeyên Kobanî û Efrînê û di pevçûnên li bajarê Hesekê da birîndar dibin, dibin nexweşxaneya dewletê ya Şamê.
Li gor çavkaniyên ewlehiyê, di nav hefteya borî da ji rêvebirên Çiyayê Qendîlê yên PKKyê du kes, hatin Sûriyeyê û rejimê bi şev ew bi balafirên xwe va birin nexweşxaneya Şamê.
Di vê navberê da PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê piştî Qendîl û Efrînê, li rojhilata Helebê herêma Şêx Meqsûd û Hullukê jî ji bo terorîstan navenda perwerdeyê ava kir.
Hulluk di eslê xwe da herêma tirkmena ye. Dawiya 2016an da piştî ku sivîl û mixalif hatin tehliyekirin, qismen ketibû bin mehiyeta PYD/PKKyê. Vê gavê li Hullukê hem rejim hem mensûbên PYD/PKKyê hene.
Li navenda perwerdeyê ya ku meha borî li Efrînê vebû bi sedan terorîst ji hîndekarên biyanî der barê xebitandina çekên giran, bombeyan û teknîkên şer de dersan digirin.
Di van du kampan de bi sedan terorîst wek perwerdeya li Efrînê perwerde dibin.
PYD/PKK û rejim ji destpêka şerê navxweyî pê va kêm caran pev çûne û ew jî yên biçûk in. Hevkariya wan a xurt herî zêde li Hesekeyê balê dikişîne. Rêxistinê di sala 2012an de Heseke ji rejimê dewr hilda lê hê jî bacê dide rejimê. Saziyên kamuyê di destê rejimê de ye, lê ewlehî bi hevkariya rejim û rêxistinê ve tê kontrolkirin. Qada neftê ya Rumeylanê ya ku di bin kontrola PYD/PKKyê ye û bakûrê rojhilata Hesekeyê ye jî bi hevkariya wan tê parastin. Qismek nefta ku tê derxistin dikeve destê rejimê.
Di çileya pêşîn a 2015an de hevkariya rejim û rêxistinê gihîştibû Helebê.
Peymana stratejî û perwerdeya leşkerî ya hevpar a ku li Hesekeyê hatibû îmzekirin hevkariya nû ya di navbera rejim û rêxistinê de diyar kiribû. Li gor peymanê rejim divê muhîmat û pewerdeyê bide milîtanên rêxistinê yên li Efrînê û Şêx Mexsud. Li hember vê PYD/PKK jî hêzên xwe di operasyonên li Helebê de dide xizmeta rejimê.
Temenê kesên ku rejim perwerdeyê dide gelempêrî di navbera 18 û 40 salî de ye, li herêmên wek Efrîn û yên di bin kontrola Şêx Mexsud de kesên ku bi zorê hildane leşkeriyê hene.