DIYARBAKIR
Parlamenterê serbixwe yê Mardînê Ahmet Turk bîryara PKKê ya ku derketina derveyê welêt dabû sekinandin nirxand û got ku ev bîryar nîşan dide ku pêvajoya çareseriyê xelas nebûyê lê xitimiye.
Turk, di Salona Resepsiyonê ya Sumerbankê de li ser qonaxa ku pêvajoya çareseriyê hatiye lê, destpêkirina heyama perwerdeya nû û rûdanên dawîn fikr û ramanên xwe anî ziman. Turk, diyar kir ku piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê lê hikûmeta AK Partiyê berpirsiyariya ku dikeve li ser milê wê nayîne bi cih. Turk destnîşan kir kurd jî miletek e û mafên wan him ji miletbûnê û him jî ji qanûnên navneteweyî tên û ji bo vê jî xwe bi xwe rêvebirina kurdan û wek zimanekî fermî qebûlkirina kurdî, divê di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de neyê nirxandin û ev mijar nabin mijarên lihevrûniştinê.
Turk ragihand ev kes jî welatiyên dewleta Tirkiyê ne û divê bi pêvajoya çareseriyê sîyasetê bikin û ji bo vê jî lazim e ku bi lez hin qanûn bên serastkirin. Turk li ser rewşa Abdullah Ocalan jî sekinî û got divê rola Ocalan a li ser pêvajoya çareseriyê bidin ber çava û ji bo ku pêvajo bi awayekî rêkûpek bimêşe astengiyên ku nahêlin Abdullah Ocalan bi gel re têkeve têkiliyê jî bên rakarin. Turk eşkere kir divê girtiyên KCKê bên berdan û benda hilbijartinê ya ku ji sedî 10ê jî bê rakirin.
Turk hişyariyek jî da hikûmetê û got ku divê hikûmet xwe ji daxuyaniyên neyînî dûr bixe û paşê bal kişand li ser perwerdeya bi zimanê zikmakî. Turk anî ziman ku ev daxwaza gelê kurd e û paşê bangî gel kir ji bo ku ev daxwaz di rojevê de bimîne bila hefteyekê perwerdeyê boykot bikin.