DIYARBAKIR
Serokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demirtaş der barê îdiayên ku dibêjin pakêta demokratîkbûnê birin îmraliyê de got: "Pakêt çû îmraliyê an neçû ne girîng e." Demiştaş diyar kir ku ev 20-25 roj in li bendê ku herin Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin.
Demîrtaş li ber deriyê Salona Resepsiyonê ya Sumerparkê der barê rewşa dawî ya pêvajoya çarêseriyê û daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî de civîna çapemeniyê li dar xist.
Di civînê de ji Demirtaş hat pirsîn ku "Gelo der barê pakêta demokratîkbûnê de bi Îmraliyê re hevdîtin hat kirin an na û hûn ê herin Îmraliyê?" Demirtaş wiha bersiv da: "Pakêt çû îmraliyê an neçû ne girîng e. Ev tev spakulasyon in. Ji bo me ya girîng ew e ku em herin Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin."
Her wiha Demirtaş dîyar kir ku divê hevdîtinên bi Îmraliyê re 15 rojan carekê bihatana kirin û hejmara yên di heyetê de jî her ku diçe zêdetir bibûya û got: "Lê heta niha di vê mijarê de tu pêşveçûn çênebûn. Gotinên ku pakêt çû îmraliyê an na, ji me re jî bilî spekulasyonan nayê tu wateyê. Heta em bi Birêz Ocalan re neyên bal hev, em nizanin ka çi bûye û pêvajo çawa dimeşe. Çapemenî hin tiştan dinivîse û diweşîne, divê der barê mijarê de Hikûmet daxuyaniyekê bide. Ger tişteke wisa hebe jî ne şaş e. Lewra muxatabê pêvajoyê yê herî girîng Ocalan e."
Demirtaş dest nîşan kir ku divê pakêta demokratîkbûnê bi sazî û tevgerên siyasî re jî bê parve kirin û fikr û ramanên muxalefet û rêxistinên civakî yên sivîl jî bê girtin. Pakêt encax bi vî awayî dê bigihêje serî.
Demirtaş got ku em texmîn dikin herî dereng roja yekşemê herin Îmraliyê. Lê nîha dîrok tam ne eşkere ye.
Demirtaş li ser pirsa "dema ku pakêt hat amadekirin serî li fikr û ramanên BDPê dan an na?" jî wiha got: "Peşniyareke me ya ji 25 xalan pêktê heye û me di serî de da hikûmetê û bi raya giştî re jî parve kir."
Demirtaş diyar kir ku daxwaz û hêvîyên wan diyar in.
Demirtaş wiha dewam kir: "Daxwazên me ne bi tenê ji bo kurdan e. Bi rastî Hikûmet ev demeke dirêj e li ser pakêtê dixebite. Le tu dibêjî qey tiştekî veşartî dike. Haya her kesê ji sernavan heye. Sernavên nayên zanîn nînin. Demokrasî dê çewa were welat û di kîjan sernavan de kêmasî hene tên zanîn. Hewce nake ku li ser pakêtê bi rojan, bi hefteyan û bi mehan bixebitin. Lewra pirsgirêk jî diyar e, çareserî jî."